Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
Încîl (Mizgînî)
- Ji bo şefê muzîkê, Zebûra Dawid.
- 1
- Ezman berziya Xwedê didin nîşan,
Qûba ezman karê destê wî didin xuyan. - 2
- Roj ji rojê re gotin dibêje,
Şev ji şevê re zanînê dide nîşan. - 3
- Ne gotin heye, ne peyivîn,
Dengê wan nayê bihîstin. - 4
- Belê dengê wan belav dibe li tevahiya dinê,
Û dengê wan diçe heta dawiya cîhanê.
Xwedê, ji bo rojê li ezmanan çadir danî. - 5
- Roj, wek zavayê ku ji gerdekê dertê ye,
Bi kêf e, wek bezdarê li ber bezînê ye. - 6
- Dertê ji aliyekî ezman,
Dizivire heta dawiya ezman,
Tu tişt nikare xwe veşêre ji germahiyan. - 7
- Tekûz e şerîeta Xudan, can dide can,
Dilsoz e şehadeta Xwedê,
Şehrezayî dide şaşan. - 8
- Qaydeyên Xudan rast in, şahiyê didin dilan,
Emrê Xudan pak e, ronahiyê dide çavan. - 9
- Tirsa Xudan paqij e, her û her dimîne,
Dadbariyên Xudan heq in, hemû jî rastî ne. - 10
- Bêriya wan tê kirin, ji zêr, ji gellek zêrê xas bêtir,
Ew in ji hingiv, ji hingivê dawerivandî xweştir. - 11
- Evdê te bi wan tê hişyarkirin,
Yên wan tînin cih, distînin perrûya mezintirîn. - 12
- Kî dikare şaşiyên xwe bibîne,
Ji gunehên bi dizî tu min bibexşîne, - 13
- Bibexşîne evdê xwe ji gunehên bi zanîn,
Nehêle ku li ser min bibin padîşah!
Hingê ezê tekûz bibim,
Ji serhildana mezin bêrî bim. - 14
- Gotina ku dertê ji devê min,
Fikra ku diçe ji dilê min,
Bila maqûl bê dîtin li pêş te,
Ya Xudan tu yî zinar û rizgarkarê min!