Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Roja ku Xudan ew ji pença hemû dijminên wî û ji destê Sawil xelas kir, Dawid ev îlahî ji Xudan re xwend. 
1
Ez ji te hez dikim ya Xudan, tu yî hêza min!
2
Xudan e zinarê min, kanî û rizgarkarê min.
Xwedayê min, zinarê min ê xwe spartinê ye.
Mertalê min, hêza min a rizgarkirinê, birca min a bilind e!
3
Ezê bang bikim Xwedayê xwe yê hêjayî pesnan,
Û xelas bibim ji dijminan.
4
Benên mirinê dora min pêçan,
Ji pêlên hilweşînê ez tirsiyam.
5
Benên diyarê mirinê ez pêçam,
Kemînên mirinê bi ser min ve hatin.
6
Min di tengahiya xwe de dua kir ji bo Xudan,
Hawara xwe lê kir ji bo alîkariyan.
Wî ji perestgeha xwe bihîst dengê min,
Gihîşt gohê wî feryada min.
7
Hingê dinya lerizî, hejiya,
Bingeha çiyan ji binî ve leqiya.
Çimkî Xudan hêrs bûbû.
8
Ji pozê wî bilind bû dûman,
Ji devê wî hilkişî agir,
Ji sotikan bi hev girt.
9
Ezman qelaşt û daket,
Tariya reş di bin lingê wî de bû.
10
Li Kerûbekî siwar bû û firiya,
Li ser bazkên bayê bilind bû.
11
Tariyê li xwe pêça,
Reşahiya avan û ewrên reş ên asîman li dora xwe kir holik.
12
Ji birqîna hebûna wî,
Ji ewran tavî û sotikên agir bariya.
13
Xudan ji ezmanan kir qêrîn,
Deng da Yê Berz,
Bi tavî û sotikên agirîn.
14
Tîrên xwe avêt ew ji hev belav kir,
Bi avêtina birûskê ew ji hev xera kir.
15
Ji hilmsitandina pozê te,
Jî lêhilatîna te, ya Xudan,
Kûrahiya avan hat dîtin,
Bingehên dinyayê vebûn.
16
Ji jorê, dirêjî min kir destê xwe Xudan,
Ez girtim, ez deranîm ji gellek avan.
17
Wî ez, ji yên ku ji min nefret dikin,
Ji dijminên min ên hêzdar azad kirim.
Çimkî ew ji min hêzdartir bûn.
18
Di roja felaketê de derketin pêş min,
Belê Xudan bû destek ji bo min.
19
Wî ez derxistim firehiyê,
Ez xelas kirim, çimkî ji min xweş bû.
20
Xudan, bergîdana rastbûna min da,
Li gor paqijiya destê min, hemberê wê da.
21
Çimkî ez meşiyam, li ser riya Xudan,
Bi xerabiyê, ji Xwedayê xwe neqetiyam.
22
Li pêş min e hemû dadbariyên wî,
Dûr naxim ji xwe qanûnên wî.
23
Bi wî re ez tam û temam bûm,
Min xwe dûr kir ji gunehan.
24
Ji ber vê yekê Xudan ji ber rastiya min,
Li gor destpaqijiya min a li pêş xwe, da bergîdana min.
25
Tu ji yê dilsoz re dilsoz î,
Bi yê têgihîştî re gihîştî.
26
Bi pak re pak,
Ji zilamê xwar re xwar î.
27
Tu yî rizgarkarê nefsbiçûkan,
Dadixî jêr bozbilindan.
28
Tu pê dixî çira min!
Ey Xudan Xwedê, tu ronahî dikî tariya min.
29
Bi te ez êrîş dikim ser leşker,
Bi Xwedayê xwe derbas dibim dîwar û çeper.
30
Riya Xwedê bêqusûr e,
Sozê Xudan xas e.
Ew, ji her kesê ku xwe spartiye wî re mertal e.
31
Ma heye ji xeynî Xudan Xwedê?
Ji Xwedê pê ve zinarê ku mirov pişta xwe bidê?
32
Ew Xwedê, ku hêz dide min,
Û temam dike riya min.
33
Wî ling dan min wek lingên xezalan,
Ez li jor parastim, li bendavan.
34
Wî hîn kir destê min ji bo şeran,
Milê min kir kevanê ji tuncan.
35
Te da min mertalê rizgarkirina xwe,
Destê te yê rastê ez girtim,
Nefsbiçûkiya te ez bilind kirim.
36
Te fireh kir ciyê lingê min,
Loma neşemitî piyê min.
37
Ez bi pey dijminê xwe ketim, gihîştim wan,
Ez nezivirîm heta ku ew neqediyan.
38
Min ew pelaxt, ew nikarin rabin,
Wê weha di bin lingê min de bin.
39
Ji bo şer te ez bi hêzê rapêçandim,
Yên ku li hember min rabûn di bin min de pelişandin.
40
Te kir ku dijmin ji ber min birevin,
Yên ku ji min nefret dikin tunebin.
41
Wan kir hawar, belê nedîtin kesî rizgarkar;
Bang kirin Xudan, wî bersîv neda wan.
42
Te ew pelçiqand, wek toza ber bayê,
Bi wan girt û avêt, wek heriya kuçê.
43
Te ez xelas kirim ji pevçûna gelê min,
Ez kirim serok li ser miletên din,
Yên ku ez nas nakim ji min re evdîtî dikin.
44
Bi bihîstinê re goh didin min,
Yên xerîb serî datînin li ber min.
45
Yên xerîb bêhêz in,
Bi lerizîn ji kelehên xwe dibezin.
46
Xudan dijî, pîroz be zinarê min!
Bila bilind be, Xwedayê rizgariya min!
47
Ew Xwedê ye, ku distîne heyfa min.
Û miletan dike bin hêza min.
48
Ew min rizgar dike ji dijmin,
Serhildêran dike bin serweriya min,
Min diparêze ji zordaran.
49
Ji bo vê ya Xudan, ez ji te re spas dikim ji nav miletan,
Li ser navê te dibêjim lavijan.
50
Xudan rizgarkirinên mezin dide padîşahê xwe,
Ji yê xwe yê meshkirî*, ji Dawid û ji nîjada wî re,
Her û her keremdar e.