Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Ji bo şefê muzîkê, Zebûra Dawid. 
1
Ezman berziya Xwedê didin nîşan,
Qûba ezman karê destê wî didin xuyan.
2
Roj ji rojê re gotin dibêje,
Şev ji şevê re zanînê dide nîşan.
3
Ne gotin heye, ne peyivîn,
Dengê wan nayê bihîstin.
4
Belê dengê wan belav dibe li tevahiya dinê,
Û dengê wan diçe heta dawiya cîhanê.
Xwedê, ji bo rojê li ezmanan çadir danî.
5
Roj, wek zavayê ku ji gerdekê dertê ye,
Bi kêf e, wek bezdarê li ber bezînê ye.
6
Dertê ji aliyekî ezman,
Dizivire heta dawiya ezman,
Tu tişt nikare xwe veşêre ji germahiyan.
7
Tekûz e şerîeta Xudan, can dide can,
Dilsoz e şehadeta Xwedê,
Şehrezayî dide şaşan.
8
Qaydeyên Xudan rast in, şahiyê didin dilan,
Emrê Xudan pak e, ronahiyê dide çavan.
9
Tirsa Xudan paqij e, her û her dimîne,
Dadbariyên Xudan heq in, hemû jî rastî ne.
10
Bêriya wan tê kirin, ji zêr, ji gellek zêrê xas bêtir,
Ew in ji hingiv, ji hingivê dawerivandî xweştir.
11
Evdê te bi wan tê hişyarkirin,
Yên wan tînin cih, distînin perrûya mezintirîn.
12
Kî dikare şaşiyên xwe bibîne,
Ji gunehên bi dizî tu min bibexşîne,
13
Bibexşîne evdê xwe ji gunehên bi zanîn,
Nehêle ku li ser min bibin padîşah!
Hingê ezê tekûz bibim,
Ji serhildana mezin bêrî bim.
14
Gotina ku dertê ji devê min,
Fikra ku diçe ji dilê min,
Bila maqûl bê dîtin li pêş te,
Ya Xudan tu yî zinar û rizgarkarê min!