Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Lavija Hecê. 
1
Ya Xudan, tu Dawid,
Û tengahiya ku kişand bibîr bîne,
2
Bibîr bîne, ka çawa ji te re sond xwar,
Û ji Hêzdarê Aqûb re soz da:
3
"Ezê neçim mala xwe,
Nekevim nav nivînên xwe,
4
Wê xew nekeve çavê min,
Neyên girtin qelpaxên çavê min,
5
Heta ku ez ji Xudan re warekî,
Ji Hêzdarê Aqûb re malekê nebînim."
6
Me bihîst ku Sindoqa Peymanê li Efratayê ye,
Me ew li zeviya Yaerê dît.
7
Em herin mala Xudan,
Li ber pêpelûka lingê wî biperizin.
8
Ya Xudan, hilkişe ciyê xwe yê rihetiyê,
Tu û sindoqa te ya hêzdariyê.
9
Bila kahînên te, rastdariyê wergirin,
Evdên te yên dilsoz, qîrînên şahiyê bavêjin.
10
Ji bo xatirê evdê xwe Dawid,
Ruyê xwe li yê ku te mesh* kiriye nezivirîne.
11
Xudan bi piştrastî ji Dawid re sond xwar,
Ew ji wê venagere:
"Ezê yekî ji nîjada te, li textê te bidim rûniştin.
12
Eger zarokên te peymana min,
Û şîretên ku ez li wan dikim bigirin,
Wê zarokên wan jî her û her,
Li ser textê te rûnên."
13
Çimkî Xudan Sîyonê bijart,
Wê derê, wek war ji bo xwe xwest,
14
Û got, "Ciyê min ê bîhnvedanê her û her ev der e,
Ezê li vir rûnêm, çimkî min ev xwest.
15
Ezê zadê wê pirr bi bereket bikim,
Hejarên wê bi nan têr bikim.
16
Ezê rizgariyê li kahînên wê bikim;
Ewê gelê wê yê dilsoz, bi kêf û şahî bistirin.
17
Ezê li wir ji Dawid re qiloçekî derînim,
Min ji yê xwe yê meshkirî* re, çirayek amade kir.
18
Ezê dijminên wî bi şermiyê binixêmim,
Belê wê taca serê wî, bibiriqe."