Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
Încîl (Mizgînî)
- Lavija Hecê.
- 1
- Ya Xudan, tu Dawid,
Û tengahiya ku kişand bibîr bîne, - 2
- Bibîr bîne, ka çawa ji te re sond xwar,
Û ji Hêzdarê Aqûb re soz da: - 3
- "Ezê neçim mala xwe,
Nekevim nav nivînên xwe, - 4
- Wê xew nekeve çavê min,
Neyên girtin qelpaxên çavê min, - 5
- Heta ku ez ji Xudan re warekî,
Ji Hêzdarê Aqûb re malekê nebînim." - 6
- Me bihîst ku Sindoqa Peymanê li Efratayê ye,
Me ew li zeviya Yaerê dît. - 7
- Em herin mala Xudan,
Li ber pêpelûka lingê wî biperizin. - 8
- Ya Xudan, hilkişe ciyê xwe yê rihetiyê,
Tu û sindoqa te ya hêzdariyê. - 9
- Bila kahînên te, rastdariyê wergirin,
Evdên te yên dilsoz, qîrînên şahiyê bavêjin. - 10
- Ji bo xatirê evdê xwe Dawid,
Ruyê xwe li yê ku te mesh* kiriye nezivirîne. - 11
- Xudan bi piştrastî ji Dawid re sond xwar,
Ew ji wê venagere:
"Ezê yekî ji nîjada te, li textê te bidim rûniştin. - 12
- Eger zarokên te peymana min,
Û şîretên ku ez li wan dikim bigirin,
Wê zarokên wan jî her û her,
Li ser textê te rûnên." - 13
- Çimkî Xudan Sîyonê bijart,
Wê derê, wek war ji bo xwe xwest, - 14
- Û got, "Ciyê min ê bîhnvedanê her û her ev der e,
Ezê li vir rûnêm, çimkî min ev xwest. - 15
- Ezê zadê wê pirr bi bereket bikim,
Hejarên wê bi nan têr bikim. - 16
- Ezê rizgariyê li kahînên wê bikim;
Ewê gelê wê yê dilsoz, bi kêf û şahî bistirin. - 17
- Ezê li wir ji Dawid re qiloçekî derînim,
Min ji yê xwe yê meshkirî* re, çirayek amade kir. - 18
- Ezê dijminên wî bi şermiyê binixêmim,
Belê wê taca serê wî, bibiriqe."