Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Lavija Hecê ya Dawid. 
1
Ya Xudan, di dilê min de quretî tune,
Û çavê min ne li jor e.
Ez bi karên mezin re,
Bi karên ku min derbas dikin re, bilî nebûm.
2
Belê, min xwe aş kir û ez bêdeng mam,
Wek zarokê ku ji şîr hatiye birrîn û di himêza dê de ye,
Canê min jî wusa bi min re ye.
3
Ey Îsraêl, hêviya xwe bi Xudan ve girêde,
Ji niha û heta her û her!