Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
Încîl (Mizgînî)
- Lavija Hecê ya Dawid.
- 1
- Ya Xudan, di dilê min de quretî tune,
Û çavê min ne li jor e.
Ez bi karên mezin re,
Bi karên ku min derbas dikin re, bilî nebûm. - 2
- Belê, min xwe aş kir û ez bêdeng mam,
Wek zarokê ku ji şîr hatiye birrîn û di himêza dê de ye,
Canê min jî wusa bi min re ye. - 3
- Ey Îsraêl, hêviya xwe bi Xudan ve girêde,
Ji niha û heta her û her!