Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Lavija Hecê. 
1
Gava ku Xudan, yên ku ji Siyonê çûbûn anî,
Ev wek xewnekê li me bû xuyanî.
2
Hingê devê me bi ken,
Zimanê me bi qêrîna şahiyê tije bû.
Îcar di nav miletan de gotin:
"Xudan ji bo wan karên mezin kir."
3
Xudan ji bo me karên mezin kir,
Ji bo vê yekê em şa ne.
4
Ya Xudan, tu firehiya me bi şûn ve bîne,
Çawa ku te li Negevê lehî rakirin.
5
Yên ku bi hêsirên çavan çandin,
Wê bi şahî bidirûn;
6
Yê ku bi girî çû tovê xwe biçîne,
Helbet wê rake qevda berê xwe û bi şahî bîne.