Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
Încîl (Mizgînî)
- Lavija Hecê ya Silêman.
- 1
- Eger Xudan malê çêneke,
Avakar beredayî dixebitin.
Eger Xudan bajêr neparêze,
Notirvan beredayî hişyar dimîne. - 2
- Zû rabûn,
Dereng razan,
Xema derbasiyê kirin, ji bo we pûç e.
Çimkî Xudan, razayî be jî, dide heskiriyê xwe. - 3
- Zarok ji Xudan mîras in,
Berê malzarokê, perrû ye. - 4
- Tîrê di destê mêrxas de çi be,
Zarokên ku di xortaniyê de çêdibin, ew in. - 5
- Xwezî bi wî zilamî ku rextê wî yê tîran tije ye!
Gava ku ew li ber derê bajêr bi dijminên xwe re devjenî dike,
Ew şermî nabe.