Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
Încîl (Mizgînî)
- Lavija Hecê.
- 1
- Yên ku bi Xudan ewle ne, wek çiyayê Siyonê ne,
Bêleq in, her û her li ciyê xwe ne. - 2
- Wek ku çiyayan, dor li Orşelîmê pêça ne,
Ji niha heta her û her,
Xudan gelê xwe pêça ye. - 3
- Divê gopalê xeraban,
Li ser axa ku ji bo rastan hatiye veqetandin, nemîne.
Da ku yên rast destê xwe dirêjî xerabiyê nekin. - 4
- Ya Xudan, tu qenciyê bike,
Ji bo yên baş û dilrastan. - 5
- Belê yên ku li riya xwe ya xwar diçin,
Xudan wan bi xeraban re ceza dike.
Aştî li ser Îsraêlê be!