Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."

Jesus answered,
"... for this reason I was born, and for this I came into the world,
to testify to the truth. Everyone on the side of truth listens to me."

Bible
Malbavka Îsa Mesîh 
1
Kitêba* malbata Îsa* Mesîhê* kurê* Dawid ê kurê Birahîm* ev e:
2
Birahîm bavê Îshaq* bû,
Îshaq bavê Aqûb* bû,
Aqûb bavê Cihûda* û birayên wî bû,
3
Cihûda bavê Perez û Zerah bû, ku diya wan Tamara bû,
Perez bavê Hesrûn bû,
Hesrûn bavê Aram bû,
4
Aram bavê Amînadav bû,
Amînadav bavê Nehşon bû,
Nehşon bavê Salmon bû,
5
Salmon bavê Bowaz bû, ku diya wî Rexab* bû,
Bowaz bavê Ovêd bû, ku diya wî Rût bû,
Ovêd bavê Yêşa* bû
6
Û Yêşa jî bavê Dawid* padîşah bû.
Dawid bavê Silêman* bû, diya wî jina Ûrya bû,
7
Silêman bavê Rêhoboam bû,
Rêhoboam bavê Ebiya bû,
Ebiya bavê Asaf bû,[a]
8
Asaf bavê Yehoşafat bû,
Yehoşafat bavê Yoram bû,
Yoram bavê Ûzya bû,
9
Ûzya bavê Yotam bû,
Yotam bavê Ahaz bû,
Ahaz bavê Hizqiya bû,
10
Hizqiya bavê Minaşe bû,
Minaşe bavê Amos bû,
Amos bavê Yoşiya bû[b]
11
Û Yoşiya jî bavê Yexonya û birayên wî bû, ku di dema sirgûnbûna* Babîlê de çêbûn.
12
Yexonya bavê Şaltiyêl bû, ku piştî sirgûnbûna Babîlê çêbû,
Şaltiyêl bavê Zerûbabel bû,
13
Zerûbabel bavê Abiyûd bû,
Abiyûd bavê Êlyaqîm bû,
Êlyaqîm bavê Azûr bû,
14
Azûr bavê Sadoq bû,
Sadoq bavê Axîn bû,
Axîn bavê Êlyûd bû,
15
Êlyûd bavê Êlazar bû,
Êlazar bavê Metan bû,
Metan bavê Aqûb bû
16
Û Aqûb jî bavê Ûsivê mêrê Meryemê* bû.
Ji Meryemê jî Îsa* yê ku jê re ‹Mesîh›* tê gotin çêbû.
17
Bi vî awayî ji Birahîm heta Dawid çardeh nifş*, ji Dawid heta sirgûnbûna* Babîlê çardeh nifşên din û ji sirgûnbûnê heta Mesîh jî çardeh nifş derbas bûn.
Bûyîna Îsa Mesîh 
18
Bûyîna* Îsa* Mesîh* jî bi vî awayî çêbû: Diya wî Meryem dergistiya Ûsiv bû, lê berî ku ew bizewicin û bigihîjin hev, xuya bû ku ew bi Ruhê* Pîroz bizaro ye.
19
Dergistiyê wê Ûsiv mirovekî rast bû û ji ber ku nedixwest Meryemê li ber xelkê bide şermê, wî niyet kir ku wê bi dizî berde.
20
Ew hê li ser vê yekê difikirî, milyaketekî Xudan* di xewnê de lê xuya bû û got: «Ey Ûsivê Kurê* Dawid! Netirse ku tu Meryemê ji xwe re bi jinîtî bînî. Çimkî yê ku di malzaroka wê de çêbûye ji Ruhê* Pîroz e.
21
Ewê kurekî bîne û tê navê wî Îsa* deynî, çimkî ewê gelê xwe ji gunehên wan xilas bike.»[c]
22
Ev hemû çêbûn, da ku peyva* ku Xudan* bi devê pêxember* gotibû, bê cih:
23
«Va ye, keçik* wê bizaro bibe û ewê kurekî bîne.
Û wê navê wî Îmanûêl deynin»[d] ,
ku bê wergerandin: «Xwedê bi me re ye.»[e]
24
Gava ku Ûsiv ji xewê hişyar bû, wek ku milyaketê Xudan jê re gotibû kir û Meryem ji xwe re bi jinîtî anî.
25
Lê ew neçû ba wê, heta ku wê kurê xwe anî. Û wî navê zarok Îsa* danî.
  1. a. 1:7 Di nav hin destnivîsaran de di şûna «Asaf» de «Asa» nivîsî ye.
  2. b. 1:10 Di nav hin destnivîsaran de di şûna «Amos» de «Amon» nivîsî ye.
  3. c. 1:21 «Îsa» bi zimanê Îbranî weha tê fêmkirin: «Xwedê xilas dike» an «Xwedê rizgar dike».
  4. d. 1:23 Ji: Îşaya 7:14
  5. e. 1:23 Ji: Îşaya 8:8, 10