Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."
			  Bible			
	         
                              	  
          - Malbavka Îsa Mesîh
- 1
- Kitêba* malbata Îsa* Mesîhê* kurê* Dawid ê kurê Birahîm* ev e:
- 2
- Birahîm bavê Îshaq* bû,
 Îshaq bavê Aqûb* bû,
 Aqûb bavê Cihûda* û birayên wî bû,
- 3
- Cihûda bavê Perez û Zerah bû, ku diya wan Tamara bû,
 Perez bavê Hesrûn bû,
 Hesrûn bavê Aram bû,
- 4
- Aram bavê Amînadav bû,
 Amînadav bavê Nehşon bû,
 Nehşon bavê Salmon bû,
- 5
- Salmon bavê Bowaz bû, ku diya wî Rexab* bû,
 Bowaz bavê Ovêd bû, ku diya wî Rût bû,
 Ovêd bavê Yêşa* bû
- 6
- Û Yêşa jî bavê Dawid* padîşah bû.
 Dawid bavê Silêman* bû, diya wî jina Ûrya bû,
- 7
- Silêman bavê Rêhoboam bû,
 Rêhoboam bavê Ebiya bû,
 Ebiya bavê Asaf bû,[a]
- 8
- Asaf bavê Yehoşafat bû,
 Yehoşafat bavê Yoram bû,
 Yoram bavê Ûzya bû,
- 9
- Ûzya bavê Yotam bû,
 Yotam bavê Ahaz bû,
 Ahaz bavê Hizqiya bû,
- 10
- Hizqiya bavê Minaşe bû,
 Minaşe bavê Amos bû,
 Amos bavê Yoşiya bû[b]
- 11
- Û Yoşiya jî bavê Yexonya û birayên wî bû, ku di dema sirgûnbûna* Babîlê de çêbûn.
- 12
- Yexonya bavê Şaltiyêl bû, ku piştî sirgûnbûna Babîlê çêbû,
 Şaltiyêl bavê Zerûbabel bû,
- 13
- Zerûbabel bavê Abiyûd bû,
 Abiyûd bavê Êlyaqîm bû,
 Êlyaqîm bavê Azûr bû,
- 14
- Azûr bavê Sadoq bû,
 Sadoq bavê Axîn bû,
 Axîn bavê Êlyûd bû,
- 15
- Êlyûd bavê Êlazar bû,
 Êlazar bavê Metan bû,
 Metan bavê Aqûb bû
- 16
- Û Aqûb jî bavê Ûsivê mêrê Meryemê* bû.
 Ji Meryemê jî Îsa* yê ku jê re ‹Mesîh›* tê gotin çêbû.
- 17
- Bi vî awayî ji Birahîm heta Dawid çardeh nifş*, ji Dawid heta sirgûnbûna* Babîlê çardeh nifşên din û ji sirgûnbûnê heta Mesîh jî çardeh nifş derbas bûn.
- Bûyîna Îsa Mesîh
- 18
- Bûyîna* Îsa* Mesîh* jî bi vî awayî çêbû: Diya wî Meryem dergistiya Ûsiv bû, lê berî ku ew bizewicin û bigihîjin hev, xuya bû ku ew bi Ruhê* Pîroz bizaro ye.
- 19
- Dergistiyê wê Ûsiv mirovekî rast bû û ji ber ku nedixwest Meryemê li ber xelkê bide şermê, wî niyet kir ku wê bi dizî berde.
- 20
- Ew hê li ser vê yekê difikirî, milyaketekî Xudan* di xewnê de lê xuya bû û got: «Ey Ûsivê Kurê* Dawid! Netirse ku tu Meryemê ji xwe re bi jinîtî bînî. Çimkî yê ku di malzaroka wê de çêbûye ji Ruhê* Pîroz e.
- 21
- Ewê kurekî bîne û tê navê wî Îsa* deynî, çimkî ewê gelê xwe ji gunehên wan xilas bike.»[c]
- 22
- Ev hemû çêbûn, da ku peyva* ku Xudan* bi devê pêxember* gotibû, bê cih:
- 23
- «Va ye, keçik* wê bizaro bibe û ewê kurekî bîne.
 Û wê navê wî Îmanûêl deynin»[d] ,
 ku bê wergerandin: «Xwedê bi me re ye.»[e]
- 24
- Gava ku Ûsiv ji xewê hişyar bû, wek ku milyaketê Xudan jê re gotibû kir û Meryem ji xwe re bi jinîtî anî.
- 25
- Lê ew neçû ba wê, heta ku wê kurê xwe anî. Û wî navê zarok Îsa* danî.
- a. 1:7 Di nav hin destnivîsaran de di şûna «Asaf» de «Asa» nivîsî ye.
- b. 1:10 Di nav hin destnivîsaran de di şûna «Amos» de «Amon» nivîsî ye.
- c. 1:21 «Îsa» bi zimanê Îbranî weha tê fêmkirin: «Xwedê xilas dike» an «Xwedê rizgar dike».
- d. 1:23 Ji: Îşaya 7:14
- e. 1:23 Ji: Îşaya 8:8, 10

