Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."
			  Bible			
	         
                              	  
          - 1
 - Ji ber vê yekê em hîndariya pêşî ya li ser Mesîh bihêlin, ber bi bêkêmahîtiyê ve pêşve herin. Û em dîsa bingeha wan tiştan daneynin: Vegerîna ji karên* mirî, baweriya bi Xwedê,
 - 2
 - hîndariya imadkirinê*, destdanînserî*, vejîna* miriyan û dîwana herheyî.
 - 3
 - Xwedê destûrê bide, emê vê bikin.
 - 4
 - Çimkî yên ku carekê hatine ronahîkirin, ji diyariya ezmanî tam kirine, ji Ruhê Pîroz par standine,
 - 5
 - qenciya peyva Xwedê û hêzên dinya ku bê tam kirine
 - 6
 - û bi ser wan de ji rê derketine, êdî ji bo wan çênabe ku dîsa ji bo tobekirinê bên nûkirin. Çimkî ew ji bo xwe Kurê Xwedê ji nû ve xaç dikin û bêsiyanet dikin.
 - 7
 - Çimkî axa ku gelek caran baran li ser dibare û têr dibe û ji bo kê were çandin berên bi kêr dide, ji aliyê Xwedê ve tê bereketkirin.
 - 8
 - Lê eger ew stirî û diriyan bide, bêkêr e û nêzîkî nifirê ye, dawiya wê şewitandin e.
 - 9
 - Hezkirîno, her çiqas me weha gotibe jî, em piştrast in ku rewşa we ji wan tiştan çêtir e û li gor xilasiyê ye.
 - 10
 - Çimkî Xwedê ne bê dadperwerî* ye ku kirinên we, xizmeta ku we ji pîrozan re kiriye û hûn dikin û ew hezkirina ku we ji bo navê wî nîşan daye, ji bîr bike.
 - 11
 - Em pirr dixwazin ku her yek ji we heta dawiyê eynî xîretkêşiyê nîşan bide, da ku hûn bigihîjin piştrastiya temam a hêviya xwe.
 - 12
 - Wusa ku hûn nebin tiral, lê bibin mîna wan ên ku bi bawerî û bîhnfirehiyê bûn wêrisên sozên Xwedê.
 - Soza Xwedê
 - 13
 - Gava ku Xwedê soz da Birahîm*, ji ber ku yekî mezintir nebû ku bi wî sond bixwe, wî bi xwe sond xwar
 - 14
 - û got:
«Bi rastî jî, ezê te bi zêdehî pîroz bikim
Û ezê bi zêdehî te zêde bikim.»[a] - 15
 - Û bi vî awayî Birahîm sebir kir û gihîşt sozê.
 - 16
 - Erê, mirov bi yekî ku ji wan mezintir e, sond dixwin; sond ji bo bawerîanînê dawiya her devjeniyê tîne.
 - 17
 - Bi vî awayî, çaxê Xwedê xwest ku hê bêtir nîşanî wêrisên sozê bide ku armanca wî nayê guhertin, wî soz da û bi ser de jî sond xwar.
 - 18
 - Wusa ku bi du tiştên ku nayên guhertin û çênabe ku Xwedê di wan de derewan bike, cesareteke me ya xurt hebe, da ku em vê hêviya ku li ber me hatiye danîn, bigirin.[b]
 - 19
 - Ev hêviya me wek lengerê can ê saxlem û ewledar e û derbasî aliyê perdê yê hundir dibe.[c]
 - 20
 - Îsa bi pêşîvanîtî ji bo me derbasî wê derê bûye. Ew li gor pergala* Melkîsedek* bûye Serokkahînê herheyî.[d] 
 
- a. 6:14 Ji: Destpêkirin 22:16-17
 - b. 6:18 Hejmartin 23:19
 - c. 6:19 Di Perestgehê de cihê hundir ê herî pîroz hebû û li ber wî perde hebû; ji Serokkahîn pê ve tu kesî nedikarî derbasî wir bibûya. Binêre: Qanûna Kahîntiyê 16:2.
 - d. 6:20 Zebûr 110:4
 

