Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."

Jesus answered,
"... for this reason I was born, and for this I came into the world,
to testify to the truth. Everyone on the side of truth listens to me."

Bible
1
Ji ber vê yekê em hîndariya pêşî ya li ser Mesîh bihêlin, ber bi bêkêmahîtiyê ve pêşve herin. Û em dîsa bingeha wan tiştan daneynin: Vegerîna ji karên* mirî, baweriya bi Xwedê,
2
hîndariya imadkirinê*, destdanînserî*, vejîna* miriyan û dîwana herheyî.
3
Xwedê destûrê bide, emê vê bikin.
4
Çimkî yên ku carekê hatine ronahîkirin, ji diyariya ezmanî tam kirine, ji Ruhê Pîroz par standine,
5
qenciya peyva Xwedê û hêzên dinya ku bê tam kirine
6
û bi ser wan de ji rê derketine, êdî ji bo wan çênabe ku dîsa ji bo tobekirinê bên nûkirin. Çimkî ew ji bo xwe Kurê Xwedê ji nû ve xaç dikin û bêsiyanet dikin.
7
Çimkî axa ku gelek caran baran li ser dibare û têr dibe û ji bo kê were çandin berên bi kêr dide, ji aliyê Xwedê ve tê bereketkirin.
8
Lê eger ew stirî û diriyan bide, bêkêr e û nêzîkî nifirê ye, dawiya wê şewitandin e.
9
Hezkirîno, her çiqas me weha gotibe jî, em piştrast in ku rewşa we ji wan tiştan çêtir e û li gor xilasiyê ye.
10
Çimkî Xwedê ne bê dadperwerî* ye ku kirinên we, xizmeta ku we ji pîrozan re kiriye û hûn dikin û ew hezkirina ku we ji bo navê wî nîşan daye, ji bîr bike.
11
Em pirr dixwazin ku her yek ji we heta dawiyê eynî xîretkêşiyê nîşan bide, da ku hûn bigihîjin piştrastiya temam a hêviya xwe.
12
Wusa ku hûn nebin tiral, lê bibin mîna wan ên ku bi bawerî û bîhnfirehiyê bûn wêrisên sozên Xwedê.
Soza Xwedê 
13
Gava ku Xwedê soz da Birahîm*, ji ber ku yekî mezintir nebû ku bi wî sond bixwe, wî bi xwe sond xwar
14
û got:
«Bi rastî jî, ezê te bi zêdehî pîroz bikim
Û ezê bi zêdehî te zêde bikim.»[a]
15
Û bi vî awayî Birahîm sebir kir û gihîşt sozê.
16
Erê, mirov bi yekî ku ji wan mezintir e, sond dixwin; sond ji bo bawerîanînê dawiya her devjeniyê tîne.
17
Bi vî awayî, çaxê Xwedê xwest ku hê bêtir nîşanî wêrisên sozê bide ku armanca wî nayê guhertin, wî soz da û bi ser de jî sond xwar.
18
Wusa ku bi du tiştên ku nayên guhertin û çênabe ku Xwedê di wan de derewan bike, cesareteke me ya xurt hebe, da ku em vê hêviya ku li ber me hatiye danîn, bigirin.[b]
19
Ev hêviya me wek lengerê can ê saxlem û ewledar e û derbasî aliyê perdê yê hundir dibe.[c]
20
Îsa bi pêşîvanîtî ji bo me derbasî wê derê bûye. Ew li gor pergala* Melkîsedek* bûye Serokkahînê herheyî.[d]
  1. a. 6:14 Ji: Destpêkirin 22:16-17
  2. b. 6:18 Hejmartin 23:19
  3. c. 6:19 Di Perestgehê de cihê hundir ê herî pîroz hebû û li ber wî perde hebû; ji Serokkahîn pê ve tu kesî nedikarî derbasî wir bibûya. Binêre: Qanûna Kahîntiyê 16:2.
  4. d. 6:20 Zebûr 110:4