Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."
			  Bible			
	         
                              	  
          - Kevirê Zindî û Gelê Bijartî
 - 1
 - Loma xwe ji her xerabiyê, ji her hîle, durûtî, çavnebarî û ji her cûre ketmê* dûr bixin.
 - 2
 - Wek zarokên nûbûyî, bêriya şîrê safî û ruhanî bikin, da ku hûn bi wî ji bo xilasiyê mezin bibin.
 - 3
 - Çimkî we qenciya Xudan tam kiriye.[a] 
 - 4
 - Werin, nêzîkî kevirê zindî bibin ê ku ji aliyê mirovan ve hat redkirin, lê li ba Xwedê bijare û hêja ye.
 - 5
 - Hûn jî wek kevirên zindî ji bo xaniyekî ruhanî tên avakirin, da ku hûn bibin kahînên* pîroz û bi destê Îsa Mesîh goriyên* ruhanî yên ku li Xwedê xweş tên, pêşkêş bikin.
 - 6
 - Çimkî di Nivîsara Pîroz de dibêje:
«Va ye, ez di Siyonê* de kevirekî datînim
Kevirê hêja û bijare yê rikin*.
Yê ku baweriyê bi wî bîne, qet nayê şermkirin.»[b] - 7
 - Îcar ji bo we, hûn ên ku bawer dikin, ev kevir hêja ye; lê ji bo yên ku bawer nakin,
«Ew kevirê ku hostayan red kir,
Bû kevirê serê rikin.»[c] - 8
 - û:
«Ji bo wan bû kevirê terpilînê*
Û lata hilterpilînê.»[d]
Ew diterpilin, çimkî ew bi ya peyvê nakin û ji xwe ew ji bo vê yekê hatine kifşkirin. - 9
 - Lê hûn «nifşekî* bijartî, kahînên Padîşahiyê, miletekî pîroz û gelê Xwedê bi xwe ne, da ku hûn karên wî yên hêjabilind bidin bihîstin.»[e] Wî, hûn ji tariyê gazî ronahiya xwe ya nedîtî kirine.
 - 10
 - Demekê hûn ne gel bûn,
Lê niha hûn gelê Xwedê ne.
Demekê rehm li we nebûbû,
Lê niha rehm li we bûye.[f] - Wek Xizmetkarên Xwedê Bijîn
 - 11
 - Hezkirîno, ez ji we hêvî dikim ku hûn xwe ji xwestekên nefsî yên ku li hember can şer dikin, dûr bixin, ji ber ku hûn li vê dinyayê xerîb û mêvan in.
 - 12
 - Di nav miletan de jiyaneke qenc bijîn. Û eger wek ku hûn xerabkar in ketma we bikin jî, bila kirinên we yên qenc bibînin û di Roja Edaletê de pesnê Xwedê bidin.
 - 13
 - Ji bo xatirê Xudan, bi ya hemû sazûmanên mirovî bikin, dixwazî bila padîşahê ku di ser hemûyan re be,
 - 14
 - an jî dixwazî bila ew waliyên ku ji aliyê wî ve hatine şandin bin, da ku xerabkaran ceza bikin û rûmetê bidin qencîkeran.
 - 15
 - Çimkî daxwaza Xwedê ev e ku hûn bi kirina qenciyê dengê nezaniya mirovên bêaqil bibirin.
 - 16
 - Mîna mirovên azad bijîn, lê belê azadiya xwe ji bo xerabîkirinê nekin hêcet*, wek xulamên Xwedê bijîn.
 - 17
 - Ji hemûyan re hurmetê bikin. Ji biratiyê hez bikin. Ji Xwedê bitirsin û ji padîşah re hurmetê bikin.
 - Mînaka Êşkişandina Mesîh
 - 18
 - Xulamno! Bi hemû hurmetkariyê bi ya axayên xwe bikin; ne tenê bi ya qenc û berbiwêran, lê belê bi ya cirnexweşan jî bikin.
 - 19
 - Çimkî eger yek bi neheqî cefayê bikişîne û ji ber ku ji Xwedê ditirse xemgîniyê radigire*, ev li Xwedê xweş tê.
 - 20
 - Eger ji ber xerabîkirinê li we bê xistin û hûn vê radigirin, ev ji bo we çi serbilindî ye? Lê eger hûn ji ber qencîkirinê cefayê bikişînin û hûn vê radigirin, ev li Xwedê xweş tê.
 - 21
 - Erê, ji bo vê yekê hûn hatin gazîkirin. Çimkî Mesîh jî ji bo we cefa kişand û mînak ji we re hişt, da ku hûn li ser şopa wî herin.
 - 22
 - «Wî qet guneh nekir
Û peyveke bi hîle ji devê wî derneket.»[g] - 23
 - Çaxê ku dihat nizimkirin, wî bi nizimkirinê bersîv neda. Çaxê ku êş dikişand wî li kesî gef nexwar; lê wî xwe spart wî yê ku bi dadperwerî* dîwanê dike.[h]
 - 24
 - Wî li ser xaçê, gunehên me di bedena xwe de hilgirtin, da ku em li hember gunehan mirî bin û ji bo rastdariyê bijîn. We bi birînên wî şîfa dît.[i]
 - 25
 - Çimkî hûn wek miyên ji rê averêyî bûn, lê belê niha hûn li Şivan û Çavdêrê canê xwe vegeriyan.
 
- a. 2:3 Zebûr 34:8
 - b. 2:6 Ji: Îşaya 28:16
 - c. 2:7 Ji: Zebûr 118:22
 - d. 2:8 Ji: Îşaya 8:14-15
 - e. 2:9 Ji: Îşaya 43:20-21; Derketin 19:5-6
 - f. 2:10 Binêre: Hoşêya 2:23
 - g. 2:22 Ji: Îşaya 53:9
 - h. 2:23 Îşaya 53:7
 - i. 2:24 Îşaya 53:5-6
 

