Jesus said,
"Heaven and earth will pass away,
but my words will never pass away."

Jesus answered,
"... for this reason I was born, and for this I came into the world,
to testify to the truth. Everyone on the side of truth listens to me."

Bible
Kevirê Zindî û Gelê Bijartî 
1
Loma xwe ji her xerabiyê, ji her hîle, durûtî, çavnebarî û ji her cûre ketmê* dûr bixin.
2
Wek zarokên nûbûyî, bêriya şîrê safî û ruhanî bikin, da ku hûn bi wî ji bo xilasiyê mezin bibin.
3
Çimkî we qenciya Xudan tam kiriye.[a]
4
Werin, nêzîkî kevirê zindî bibin ê ku ji aliyê mirovan ve hat redkirin, lê li ba Xwedê bijare û hêja ye.
5
Hûn jî wek kevirên zindî ji bo xaniyekî ruhanî tên avakirin, da ku hûn bibin kahînên* pîroz û bi destê Îsa Mesîh goriyên* ruhanî yên ku li Xwedê xweş tên, pêşkêş bikin.
6
Çimkî di Nivîsara Pîroz de dibêje:
«Va ye, ez di Siyonê* de kevirekî datînim
Kevirê hêja û bijare yê rikin*.
Yê ku baweriyê bi wî bîne, qet nayê şermkirin.»[b]
7
Îcar ji bo we, hûn ên ku bawer dikin, ev kevir hêja ye; lê ji bo yên ku bawer nakin,
«Ew kevirê ku hostayan red kir,
Bû kevirê serê rikin.»[c]
8
û:
«Ji bo wan bû kevirê terpilînê*
Û lata hilterpilînê.»[d]
Ew diterpilin, çimkî ew bi ya peyvê nakin û ji xwe ew ji bo vê yekê hatine kifşkirin.
9
Lê hûn «nifşekî* bijartî, kahînên Padîşahiyê, miletekî pîroz û gelê Xwedê bi xwe ne, da ku hûn karên wî yên hêjabilind bidin bihîstin.»[e] Wî, hûn ji tariyê gazî ronahiya xwe ya nedîtî kirine.
10
Demekê hûn ne gel bûn,
Lê niha hûn gelê Xwedê ne.
Demekê rehm li we nebûbû,
Lê niha rehm li we bûye.[f]
Wek Xizmetkarên Xwedê Bijîn 
11
Hezkirîno, ez ji we hêvî dikim ku hûn xwe ji xwestekên nefsî yên ku li hember can şer dikin, dûr bixin, ji ber ku hûn li vê dinyayê xerîb û mêvan in.
12
Di nav miletan de jiyaneke qenc bijîn. Û eger wek ku hûn xerabkar in ketma we bikin jî, bila kirinên we yên qenc bibînin û di Roja Edaletê de pesnê Xwedê bidin.
13
Ji bo xatirê Xudan, bi ya hemû sazûmanên mirovî bikin, dixwazî bila padîşahê ku di ser hemûyan re be,
14
an jî dixwazî bila ew waliyên ku ji aliyê wî ve hatine şandin bin, da ku xerabkaran ceza bikin û rûmetê bidin qencîkeran.
15
Çimkî daxwaza Xwedê ev e ku hûn bi kirina qenciyê dengê nezaniya mirovên bêaqil bibirin.
16
Mîna mirovên azad bijîn, lê belê azadiya xwe ji bo xerabîkirinê nekin hêcet*, wek xulamên Xwedê bijîn.
17
Ji hemûyan re hurmetê bikin. Ji biratiyê hez bikin. Ji Xwedê bitirsin û ji padîşah re hurmetê bikin.
Mînaka Êşkişandina Mesîh 
18
Xulamno! Bi hemû hurmetkariyê bi ya axayên xwe bikin; ne tenê bi ya qenc û berbiwêran, lê belê bi ya cirnexweşan jî bikin.
19
Çimkî eger yek bi neheqî cefayê bikişîne û ji ber ku ji Xwedê ditirse xemgîniyê radigire*, ev li Xwedê xweş tê.
20
Eger ji ber xerabîkirinê li we bê xistin û hûn vê radigirin, ev ji bo we çi serbilindî ye? Lê eger hûn ji ber qencîkirinê cefayê bikişînin û hûn vê radigirin, ev li Xwedê xweş tê.
21
Erê, ji bo vê yekê hûn hatin gazîkirin. Çimkî Mesîh jî ji bo we cefa kişand û mînak ji we re hişt, da ku hûn li ser şopa wî herin.
22
«Wî qet guneh nekir
Û peyveke bi hîle ji devê wî derneket.»[g]
23
Çaxê ku dihat nizimkirin, wî bi nizimkirinê bersîv neda. Çaxê ku êş dikişand wî li kesî gef nexwar; lê wî xwe spart wî yê ku bi dadperwerî* dîwanê dike.[h]
24
Wî li ser xaçê, gunehên me di bedena xwe de hilgirtin, da ku em li hember gunehan mirî bin û ji bo rastdariyê bijîn. We bi birînên wî şîfa dît.[i]
25
Çimkî hûn wek miyên ji rê averêyî bûn, lê belê niha hûn li Şivan û Çavdêrê canê xwe vegeriyan.
  1. a. 2:3 Zebûr 34:8
  2. b. 2:6 Ji: Îşaya 28:16
  3. c. 2:7 Ji: Zebûr 118:22
  4. d. 2:8 Ji: Îşaya 8:14-15
  5. e. 2:9 Ji: Îşaya 43:20-21; Derketin 19:5-6
  6. f. 2:10 Binêre: Hoşêya 2:23
  7. g. 2:22 Ji: Îşaya 53:9
  8. h. 2:23 Îşaya 53:7
  9. i. 2:24 Îşaya 53:5-6