Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Zebûra Asaf. 
1
Ey şivanê Îsraêlê, goh bide,
Tu ku, tu Ûsîv wek kerî dajoyî,
Tu ku, tu li ser Kerûbiyan rûniştî yî,
Ronahiya xwe bide,
2
Li pêş Efrayim, Benyamîn û Manasse,
Hêza xwe hişyar ke,
Were me rizgar ke!
3
Ey Xwedê me bizivirîne,
Ruyê xwe bibiriqîne, da ku em rizgar bibin!
4
Ya Xudan, Xwedayê ordiyan,
Ma tê heta kîngê, hêrs bibî ji dua gelê xwe?
5
Te nanê hêsirên çavan bi wan da xwarin,
Bi elba mezin hêsirên çavan bi wan da vexwarin.
6
Te kir ku em bi cîranên xwe re pev biçin,
Dijminên me di nav hev de şa dibin.
7
Ey Xwedayê ordiyan, me bizivirîne,
Ruyê xwe bibiriqîne, ji me re rizgariyê bîne.
8
Te ji Misirê şivek dêliyê anî,
Te milletan deranî û wê danî.
9
Te axa pêş wê vekir,
Wê kûr tor berda, welat tije kir.
10
Çiya bi siya wê,
Darên Xwedê yên sedir, bi guliyên wê hatin nixamtin.
11
Wê guliyên xwe heta Deryayê,
Şaxên xwe heta Firatê berda.
12
Bo çi te xera kir sêncên wê?
Hemû rêwî tirî jêdikin ji wê,
13
Berazê daristanan wê xera dikin,
Heywanên kûvî dixwin ji wê.
14
Ey Xwedayê ordiyan, em lava dikin vegere!
Ji ezmanan binêre û vê dêliyê bibîne.
15
Şiva ku te bi destê xwe yê rastê danî,
Şaxê ku te ji bo xwe hêzdar kir bitoqlîne!
16
Bi agir hatiye şewitandîn, hatiye birrîn dêliya te,
Bila bi awirên te yên tûj tune bibin, dijminê te!
17
Destê te, li ser wî zilamî ye, ku destê te yê rastê ye,
Bila destê te, li ser wî be ku tu ji bo xwe hêzdar dikî!
18
Hingê em dev ji te bernadin;
Me vejîne, emê bang bikin navê te!
19
Ya Xudan, Xwedayê ordiyan, me bizivirîne,
Ruyê xwe bibiriqîne, rizgariya me bîne.