Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
Încîl (Mizgînî)
- Zebûra Asaf.
- 1
- Ey şivanê Îsraêlê, goh bide,
Tu ku, tu Ûsîv wek kerî dajoyî,
Tu ku, tu li ser Kerûbiyan rûniştî yî,
Ronahiya xwe bide, - 2
- Li pêş Efrayim, Benyamîn û Manasse,
Hêza xwe hişyar ke,
Were me rizgar ke! - 3
- Ey Xwedê me bizivirîne,
Ruyê xwe bibiriqîne, da ku em rizgar bibin! - 4
- Ya Xudan, Xwedayê ordiyan,
Ma tê heta kîngê, hêrs bibî ji dua gelê xwe? - 5
- Te nanê hêsirên çavan bi wan da xwarin,
Bi elba mezin hêsirên çavan bi wan da vexwarin. - 6
- Te kir ku em bi cîranên xwe re pev biçin,
Dijminên me di nav hev de şa dibin. - 7
- Ey Xwedayê ordiyan, me bizivirîne,
Ruyê xwe bibiriqîne, ji me re rizgariyê bîne. - 8
- Te ji Misirê şivek dêliyê anî,
Te milletan deranî û wê danî. - 9
- Te axa pêş wê vekir,
Wê kûr tor berda, welat tije kir. - 10
- Çiya bi siya wê,
Darên Xwedê yên sedir, bi guliyên wê hatin nixamtin. - 11
- Wê guliyên xwe heta Deryayê,
Şaxên xwe heta Firatê berda. - 12
- Bo çi te xera kir sêncên wê?
Hemû rêwî tirî jêdikin ji wê, - 13
- Berazê daristanan wê xera dikin,
Heywanên kûvî dixwin ji wê. - 14
- Ey Xwedayê ordiyan, em lava dikin vegere!
Ji ezmanan binêre û vê dêliyê bibîne. - 15
- Şiva ku te bi destê xwe yê rastê danî,
Şaxê ku te ji bo xwe hêzdar kir bitoqlîne! - 16
- Bi agir hatiye şewitandîn, hatiye birrîn dêliya te,
Bila bi awirên te yên tûj tune bibin, dijminê te! - 17
- Destê te, li ser wî zilamî ye, ku destê te yê rastê ye,
Bila destê te, li ser wî be ku tu ji bo xwe hêzdar dikî! - 18
- Hingê em dev ji te bernadin;
Me vejîne, emê bang bikin navê te! - 19
- Ya Xudan, Xwedayê ordiyan, me bizivirîne,
Ruyê xwe bibiriqîne, rizgariya me bîne.