Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
Încîl (Mizgînî)
- Zebûr 71
- 1
- Ya Xudan, ez xwe dispêrim te,
Tu min nede şermê her û her! - 2
- Bi rastdariya xwe tu min azad ke,
Goh bide min, min rizgar ke! - 3
- Tu bibe zinarê min ê starê,
Da ku ez hergav bêm te;
Te emir da ji bo rizgarkirina min,
Çimkî tu yî zinar û kela min. - 4
- Ey Xwedayê min, tu min xelas ke,
Ji destê zilamê xerab, fesad û xedar! - 5
- Çimkî hêviya min tu yî, ya Reb Xudan,
Ji xortaniya xwe ve, yê ez pê ewle me tu yî. - 6
- Ji roja ku ez çêbûm vir ve, tu ji min re bûyî destek,
Te ez ji malzaroka diya min deranî û anîm dinê.
Sipasiya min hergav ji te re ye. - 7
- Ji bo gellekan ez wek tiştek ecêb im,
Belê tu stargeha min a hêzdar î. - 8
- Pesnê te hergav li ser zimanê min,
Tevahiya rojê berziya te di bîra min. - 9
- Di pîrbûnê de tu min ji xwe navêje,
Gava ku ez ji taqetê ketim, tu min bernede! - 10
- Çimkî dijminên min qala min dikin,
Yên ku dixwazin min bikujin, bi hev dişêwirin, - 11
- Ji hev re dibêjin, "Xwedê ew berda!
Bi pey bikevin, wî bigirin,
Çimkî kes wî xelas nake!" - 12
- Ey Xwedê, dûr nemîne ji min,
Ey Xwedayê min, tu bi lez were alîkariya min! - 13
- Yên ku dijminên min in, bila şerm bikin, biqelin,
Yên li ziyana min digerin, bila bi şermî û rezaletê bên nixamtin. - 14
- Belê ez hergav hêvîdar im,
Ji bo te pesindar û spasdar im. - 15
- Dadperwerî û rizgarkirina te,
Tevahiya rojê li ser devê min e
Îcar hejmara wan ne karê zanîna min e. - 16
- Ezê bi karên mezin ên Reb Xudan werim,
Ezê rastdariya te, tenê ya te bîr bînim. - 17
- Ey Xwedê, ji zaroktiya min ve te ez fêr kirim,
Karên te yên rewnaq hê jî ez dibêjim. - 18
- Ez pîr û porsipî bibim jî,
Heta ku ez hêza te ji her nifşî re,
Karîna te ji hemû yên bên re nebêjim,
Tu min bernede, ey Xwedê. - 19
- Ey Xwedê, rastdariya te digîhije ezman,
Tu ku, te karên mezin kir,
Ma kî dimîne te, ey Xwedê? - 20
- Tu ku, te gellek tengahiyên xerab nîşanî me da,
Tu dîsa me vedijînî,
Tu dîsa me ji kûrahiya axê dertînî. - 21
- Tê siyaneta min zêde bikî,
Li min vegerî û min teselî bikî. - 22
- Ezê ji bo dilsoziya te,
Bi çengê pesnê te bidim, ey Xwedayê min,
Bi Lîrê, bi lavijan pesnê te bidim,
Ey Pîrozê Îsraêlê! - 23
- Gava ez bi lavijan pesnê te bidim,
Wê canê min û lêvên min şahiya xwe bînin ziman,
Çimkî te xelas kir wan. - 24
- Wê zimanê min jî tevahiya rojê dadperweriya te bêje,
Çimkî yên ku li xesara min digeriyan,
Şermî bûn û rûyê wan reş bû.