Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Zebûr 71 
1
Ya Xudan, ez xwe dispêrim te,
Tu min nede şermê her û her!
2
Bi rastdariya xwe tu min azad ke,
Goh bide min, min rizgar ke!
3
Tu bibe zinarê min ê starê,
Da ku ez hergav bêm te;
Te emir da ji bo rizgarkirina min,
Çimkî tu yî zinar û kela min.
4
Ey Xwedayê min, tu min xelas ke,
Ji destê zilamê xerab, fesad û xedar!
5
Çimkî hêviya min tu yî, ya Reb Xudan,
Ji xortaniya xwe ve, yê ez pê ewle me tu yî.
6
Ji roja ku ez çêbûm vir ve, tu ji min re bûyî destek,
Te ez ji malzaroka diya min deranî û anîm dinê.
Sipasiya min hergav ji te re ye.
7
Ji bo gellekan ez wek tiştek ecêb im,
Belê tu stargeha min a hêzdar î.
8
Pesnê te hergav li ser zimanê min,
Tevahiya rojê berziya te di bîra min.
9
Di pîrbûnê de tu min ji xwe navêje,
Gava ku ez ji taqetê ketim, tu min bernede!
10
Çimkî dijminên min qala min dikin,
Yên ku dixwazin min bikujin, bi hev dişêwirin,
11
Ji hev re dibêjin, "Xwedê ew berda!
Bi pey bikevin, wî bigirin,
Çimkî kes wî xelas nake!"
12
Ey Xwedê, dûr nemîne ji min,
Ey Xwedayê min, tu bi lez were alîkariya min!
13
Yên ku dijminên min in, bila şerm bikin, biqelin,
Yên li ziyana min digerin, bila bi şermî û rezaletê bên nixamtin.
14
Belê ez hergav hêvîdar im,
Ji bo te pesindar û spasdar im.
15
Dadperwerî û rizgarkirina te,
Tevahiya rojê li ser devê min e
Îcar hejmara wan ne karê zanîna min e.
16
Ezê bi karên mezin ên Reb Xudan werim,
Ezê rastdariya te, tenê ya te bîr bînim.
17
Ey Xwedê, ji zaroktiya min ve te ez fêr kirim,
Karên te yên rewnaq hê jî ez dibêjim.
18
Ez pîr û porsipî bibim jî,
Heta ku ez hêza te ji her nifşî re,
Karîna te ji hemû yên bên re nebêjim,
Tu min bernede, ey Xwedê.
19
Ey Xwedê, rastdariya te digîhije ezman,
Tu ku, te karên mezin kir,
Ma kî dimîne te, ey Xwedê?
20
Tu ku, te gellek tengahiyên xerab nîşanî me da,
Tu dîsa me vedijînî,
Tu dîsa me ji kûrahiya axê dertînî.
21
Tê siyaneta min zêde bikî,
Li min vegerî û min teselî bikî.
22
Ezê ji bo dilsoziya te,
Bi çengê pesnê te bidim, ey Xwedayê min,
Bi Lîrê, bi lavijan pesnê te bidim,
Ey Pîrozê Îsraêlê!
23
Gava ez bi lavijan pesnê te bidim,
Wê canê min û lêvên min şahiya xwe bînin ziman,
Çimkî te xelas kir wan.
24
Wê zimanê min jî tevahiya rojê dadperweriya te bêje,
Çimkî yên ku li xesara min digeriyan,
Şermî bûn û rûyê wan reş bû.