Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Çaxê li çola Cihûdayê bû, Zebûra Dawid. 
1
Ey Xwedê, tu yî Xwedayê min,
Ez li te digerim,
Canê min tiyî te bûye,
Li diyarekî çol, westa û bêav,
Bedena min bêriya te dike.
2
Ji bo ku ez bibînim hêz û berziya te,
Di dera pîroz de min nihartiye li te.
3
Ji jiyanê qenctir e kerema te,
Lêvên min ji bo te didin spasî.
4
Heta ez hebim ezê pesnê te bidim,
Bi navê te ezê destê xwe bilind bikim.
5
Wek bi mêjî û rûn têr bibim, wê canê min têr bibe,
Wê devê min, bi lêvên min bi şahî ji te re şikir bike.
6
Çaxê ez te, di nav nivînan de bibîr tînim,
Di dirêjiya şevê de, ez te kûr difikirim.
7
Çimkî tu ji min re bûyî alîkar,
Di bin siya bazkên te de bi şahî dibim spasdar.
8
Canê min bi daxwaz li dû te baz dide,
Destê te yê rastê ji min re dibe alîkar.
9
Belê yên ku dixwazin canê min bistînin,
Ewê korta bin erdê bibînin,
10
Ewê bîkevin ber devê şûr,
Ji çeqelan re bibin par.
11
Belê wê padîşah bi Xwedê şa be.
Yên ku bi navê wî sond dixwin, wê pesnê xwe bidin,
Lê ewê devê derewkaran bê girtin.