Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
Încîl (Mizgînî)
- lavija kurên Korah, bi meqamê Alamot.
- 1
- Xwedê stargeh û hêza me ye,
Di tengahiyê de hergav amade û alîkarê me ye. - 2
- Ji ber vê yekê, dinya serobino bibe,
Çiya biqelibin himêza deryayan, - 3
- Av bilind bibin, li hev biqelibin,
Bi nepixîna wan derya bilerizin, em natirsin. - 4
- Çemek heye ku ava wê, şahiyê tîne bajarê Xwedê,
Şa dike mala pîroz a Berzê Berzan. - 5
- Xwedê di nav wî de,
Nalerize ew bajar.
Berdestî sibê, Xwedê tê alîkariya wê. - 6
- Milet digurmijin, welat hejiyan,
Wî deng da, dinya heliya. - 7
- Xudanê ordiyan bi me re ye,
Xwedayê Aqûb birca me ye. - 8
- Werin û bibînin karên Xudan,
Xerakirina ku wî anî ser erdan. - 9
- Şeran dide rawestin li çar aliyên dinê,
Kevan dişikêne, perçe dike riman.
Dişewitîne erebên cengê, bi agiran. - 10
- "Bîhnfireh bin û bizanibin ku ez im Xwedê,
Ezê bilind bibim li nav netewan,
Bilind bibim li rûyê erdê!" - 11
- Xudanê ordiyan bi me re ye,
Xwedayê Aqûb birca me ye.