Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
Încîl (Mizgînî)
- Maskîla kurên Korah e, lavija evînî.
- 1
- Ji dilê min gotinên xweş difûrin,
Ji bo padîşah ez dibêjim helbestan,
Zimanê min wek qelema nivîskarek hosta. - 2
- Tu herî xweşikê mirovan î,
Kerem belav bûye li ser lêvên te seranser.
Ji bo vê Xwedê te, pîroz kiriye her û her. - 3
- Ey şervanê mêrxas, tu bi rewnakî û berziya xwe,
Şûrê xwe, li navtenga xwe bipêçe. - 4
- Di riya rastî û dadperweriyê de,
Bi berziya xwe li serketinê siwar be,
Bila destê te yê rastê, karên tirsdar hîn bikin. - 5
- Tîrên te tûj in,
Ew di dilê dijminên padîşah de ne,
Milet di bin lingê te de ne. - 6
- Textê ji Xwedê ye, hergav û her û her e,
Gopalê padîşahiya te gopalê rastiyê ye. - 7
- Tu hez dikî ji rastiyê, nefret dikî ji xerabiyê.
Ji ber vê yekê Xwedê, Xwedayê te,
Te bi donê şahiyê,
Ji hevalên te bêtir don kir. - 8
- Bîhna mûr, ud û darçinê ji kincên te tê;
Li qesrên ji diranên fîl, tembûr te şa dikin! - 9
- Keçên padîşahan di nav jinên te yên bi rûmet de,
Şahbanû, di nav zêrê Ofîr de li milê te yê rastê. - 10
- Gohdar be ey keçê, binêre, goh bide,
Gelê xwe, mala bavê xwe jî jibîr bike. - 11
- Û padîşah, wê rindiya te bixwaze,
Ew e mîrê te, li pêş wî bitewe. - 12
- Ey keça Sûrê,
Wê dewlemendên welat diyariyan bînin, da ku kerema te bistînin. - 13
- Keça padîşah di hundir de, bi berzî û biriqandin,
Lîbasê wê bi zêran hatiye honandin. - 14
- Wê bi kincên nexişandî dertînin ba padîşah,
Li pey wê keç û hevalên wê yên keçîn tên. - 15
- Ewê wê bibin bi kêf û bi şahî,
Da ku têkevin qesra padîşahî. - 16
- Wê kurên te, ey padîşah, wê bistînin cihê bav û kalên te,
Tê wan bikî serok li tevahiya welat. - 17
- Ji nifşan heta nifşan, ezê navê te bidim bihîstin,
Di nav miletan de her û her pesnê te bê dayin.