Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Ji bo şefê muzîkê, bi sazên bi têl, Zebûra Dawid. 
1
Gava ku min li te kir hawar,
Bersîva min bide, ey Xwedayê min!
Ji tengahiyan, tu derîne firehiyan,
Li min were rehmê, goh bide dua min.
2
Ey mirovno, hûnê heta kîngê,
Rûmeta min vegerînin şermê?
Hûnê heta kîngê, ji tiştê vala hez bikin,
Û bi pey derewan bikevin?
3
Bizanin ku Xudan, yê dîlsoz ji bo xwe veqetandiye,
Kengê ez bang bikimê, ew min dibihîze.
4
Ji hêrsê bilerizin; belê guneh nekin.
Di nav nivînên xwe de kûr li ser vê yekê bifikirin, hiş bin.
5
Qurbanên rastiyê bidin,
Bi Xudan ewle bin.
6
Yên ku dibêjin "Wê kî bi me qenciyê bike?" gellek in.
Bi ronahiya rûyê xwe, me ronahî bike ya Xudan!
7
Te şahiyek wusa kir dilê min, wusa pirr,
Ji ya ku ew, ji firehiya genim û şeraba teze distînin bêtir.
8
Ezê bi aştî xwe vezelînim û rakevim,
Çimkî tenê tu, ya Xudan,
Di ewlehiyê de min didî rûniştin.