Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
Încîl (Mizgînî)
- Ji bo şefê muzîkê, bi sazên bi têl, Zebûra Dawid.
- 1
- Gava ku min li te kir hawar,
Bersîva min bide, ey Xwedayê min!
Ji tengahiyan, tu derîne firehiyan,
Li min were rehmê, goh bide dua min. - 2
- Ey mirovno, hûnê heta kîngê,
Rûmeta min vegerînin şermê?
Hûnê heta kîngê, ji tiştê vala hez bikin,
Û bi pey derewan bikevin? - 3
- Bizanin ku Xudan, yê dîlsoz ji bo xwe veqetandiye,
Kengê ez bang bikimê, ew min dibihîze. - 4
- Ji hêrsê bilerizin; belê guneh nekin.
Di nav nivînên xwe de kûr li ser vê yekê bifikirin, hiş bin. - 5
- Qurbanên rastiyê bidin,
Bi Xudan ewle bin. - 6
- Yên ku dibêjin "Wê kî bi me qenciyê bike?" gellek in.
Bi ronahiya rûyê xwe, me ronahî bike ya Xudan! - 7
- Te şahiyek wusa kir dilê min, wusa pirr,
Ji ya ku ew, ji firehiya genim û şeraba teze distînin bêtir. - 8
- Ezê bi aştî xwe vezelînim û rakevim,
Çimkî tenê tu, ya Xudan,
Di ewlehiyê de min didî rûniştin.