Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
Încîl (Mizgînî)
- Zebûra Dawid.
- 1
- Ya Xudan, kî wê bibe mêvan li konê te?
Kî wê rûnê li çiyayê te yê pîroz? - 2
- Yên ku bêkêmahî dijîn, ya rast dikin,
Û ji dil ya rast dibêjin. - 3
- Ew ku, bi zimanên xwe nakin buxtan,
Xerabî nakin bi dostan,
Ruswa nakin cîranan. - 4
- Ew ku, zilamên rezîl kêm dibînin,
Belê yên ku ji Xudan ditirsin dihesibînin.
Bi xesara xwe sond xwaribe jî, venagere ji sondê. - 5
- Perê xwe nade faîzê,
Li hember bêsûc bertîlê nastîne.
Yê ku vana dike wê tu car veneleqe.