Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Zebûra Dawid. 
1
Ya Xudan, kî wê bibe mêvan li konê te?
Kî wê rûnê li çiyayê te yê pîroz?
2
Yên ku bêkêmahî dijîn, ya rast dikin,
Û ji dil ya rast dibêjin.
3
Ew ku, bi zimanên xwe nakin buxtan,
Xerabî nakin bi dostan,
Ruswa nakin cîranan.
4
Ew ku, zilamên rezîl kêm dibînin,
Belê yên ku ji Xudan ditirsin dihesibînin.
Bi xesara xwe sond xwaribe jî, venagere ji sondê.
5
Perê xwe nade faîzê,
Li hember bêsûc bertîlê nastîne.
Yê ku vana dike wê tu car veneleqe.