Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
Încîl (Mizgînî)
- Zebûra Dawid.
- 1
- Bila zinarê min, Xudan pîroz be,
Yê ku destên min ji bo şer,
Tiliyên min ji bo cengê hîn kir! - 2
- Ew e keremdar û keleha min,
Ew e birc û rizgarkarê min,
Ew e mertal û stargeha min,
Wî kir ku gel, serî deynin li ber min! - 3
- Ya Xudan, ma mirov çi ye ku tu wî bihesibînî,
Kurê mirov çi ye ku tu wî bibîr bînî? - 4
- Mirov wek hilmekê ye,
Rojên wî, wek wê siyê ne ku diçin. - 5
- Ya Xudan, ezmanan biqelêşe û dakeve,
Xwe bi çiyayan bike, da ku pêkevin. - 6
- Birûskê lêxe, dijmin belav ke,
Tîrên xwe bişîne, wan ji ser hev xera ke. - 7
- Ji jor ve destê xwe dirêj ke, min rizgar ke;
Min ji avên kûr derîne,
Ji destê kurên xelkê azad ke. - 8
- Devê wan derewan dibêje,
Destê wan ê rastê hîlekar e. - 9
- Ey Xwedê, ez ji te re lavijeke nû bistrînim,
Ez bi çenga dehtêl pesnê te bidim. - 10
- Tu yî, yê ku serketinê dide padîşahan,
Te evdê xwe Dawid, ji şûrê xerabiyê rizgar kir. - 11
- Min rizgar ke,
Ji destê kurên xelqê azad ke.
Devê wan derewan dibêje,
Destê wan ê rastê hîlekar e. - 12
- Hingê wê kurên me di xortaniya xwe de,
Wek şaxên gihîştî bin,
Wê keçên me, wek stûnên qesrê yên neqişandî bin. - 13
- Wê embarên me, bi her cûre erzaqê tije bin;
Miyên me, wê li nav zeviyên me,
Bi hezar û deh hezaran berx bidin. - 14
- Wê dewarên me xurt bin;
Wê di sûrên me de qul neyên vekirin,
Li kuçeyên me tunebe qêrîn. - 15
- Xwezî bi wî gelî ku di vê rewşê de ye!
Xwezî bi wî gelî ku Xudan Xwedayê wan e.