Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
Încîl (Mizgînî)
- Zebûra Dawid.
- 1
- Duaya min bibihîze, ya Xudan,
Goh bide lavakirina min!
Bi dilsoziya xwe, bi rastdariya xwe min bibersivîne! - 2
- Evdê xwe derneyne pêş dîwanê,
Çimkî tu kesê jiyandar, li pêş te dernakeve rastdar. - 3
- Dijmin daye pey min,
Jiyana min li bin gohê erdê xist.
Min li tariyê daye rûniştin.
Wek yên ku ji zû ve mirin. - 4
- Loma ruhê min di hundirê min de dixeriqe,
Dilê min perîşan e. - 5
- Ez rojên borî bibîr tînim,
Bi kûrî li ser hemû karên te difikirim,
Ez li karên destê te difikirim û ji xwe diçim. - 6
- Destên xwe ji te re vedikim,
Canê min wek axa ziwa ji te re, tî bûye. - 7
- Zû bersîv bide min, ya Xudan,
Ruhê min derdikeve.
Ruyê xwe ji min nenixême,
Da ku ez nemînim, yên ku dadikevin gorê. - 8
- Serê sibê, kerema xwe bi min bide bihîstin,
Çimkî ez bi te bawer im;
Riya ku ezê herim nîşanî min bide,
Çimkî ez canê xwe ji te re bilind dikim. - 9
- Tu min ji dijminên min azad ke, ya Xudan;
Ez xwe dispêrim te. - 10
- Min hîn bike, da ku ez daxwaza te bînim cih,
Çimkî tu Xwedayê min î.
Bila ruhê te yê qenc,
Di rê de rêberiya min bike! - 11
- Ya Xudan, ji bo navê xwe min bijîne,
Bi rastdariya xwe min ji tengahiyê derîne. - 12
- Bi kerema xwe,
Tu helaq bike dijminên min,
Tune bike, hemû yên ku tengahiyê didin min,
Çimkî ez evdê te me.