Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
Încîl (Mizgînî)
- Zebûr 115
- 1
- Ne em, ya Xudan, ne em,
Belê ji bo xatirê kerem û dilsoziya xwe,
Tu berziyê bide navê xwe! - 2
- Çima wê milet bêjin:
"Ka li ku ye Xwedayê wan?" - 3
- Xwedayê me li ezmanan e,
Her çi bixwaze dike. - 4
- Pûtên wan ji zîv û zêr in,
Ew karên destê mirov in. - 5
- Devê wan heye, napeyivin,
Çavên wan hene, nabînin, - 6
- Gohên wan hene, nabihîzin,
Pozên wan hene, bîhnê nastînin, - 7
- Destên wan hene, hîs nakin,
Lingên wan hene, rêve naçin,
Deng dernakeve ji gewriya wan. - 8
- Yên ku wan çêdikin û yên ku xwe dispêrin wan,
Ew jî wê bibin mîna wan! - 9
- Ey Îsraêl, bi Xudan ewle be,
Ew alîkar û mertalê we ye! - 10
- Ey mala Harûn, bi Xudan ewle bin,
Ew e, alîkar û mertalê we! - 11
- Ey yên ku ji Xudan ditirsin, bi Xudan ewle bin,
Ew e, alîkar û mertalê we! - 12
- Xudan em bibîr anîn, wê me pîroz ke,
Wê mala Îsraêlê pîroz ke,
Wê mala Harûn pîroz ke. - 13
- Biçûk û mezin,
Wê pîroz ke, yên ku ji Xudan ditirsin. - 14
- Xudan we,
We û zarokên we berdar bike! - 15
- Xudanê ku erd û ezman çêkirî,
We pîroz bike. - 16
- Ezman, ezmanên Xudan in,
Belê wî erd dane mirovan. - 17
- Mirî pesnê Xudan nadin,
Ne jî tu kesên ku diçin diyarê bêdengiyê. - 18
- Belê em, ji niha û heta her û her,
Emê Xudan pîroz bikin.
Pesnê Xudan bidin.