Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Zebûr 115 
1
Ne em, ya Xudan, ne em,
Belê ji bo xatirê kerem û dilsoziya xwe,
Tu berziyê bide navê xwe!
2
Çima wê milet bêjin:
"Ka li ku ye Xwedayê wan?"
3
Xwedayê me li ezmanan e,
Her çi bixwaze dike.
4
Pûtên wan ji zîv û zêr in,
Ew karên destê mirov in.
5
Devê wan heye, napeyivin,
Çavên wan hene, nabînin,
6
Gohên wan hene, nabihîzin,
Pozên wan hene, bîhnê nastînin,
7
Destên wan hene, hîs nakin,
Lingên wan hene, rêve naçin,
Deng dernakeve ji gewriya wan.
8
Yên ku wan çêdikin û yên ku xwe dispêrin wan,
Ew jî wê bibin mîna wan!
9
Ey Îsraêl, bi Xudan ewle be,
Ew alîkar û mertalê we ye!
10
Ey mala Harûn, bi Xudan ewle bin,
Ew e, alîkar û mertalê we!
11
Ey yên ku ji Xudan ditirsin, bi Xudan ewle bin,
Ew e, alîkar û mertalê we!
12
Xudan em bibîr anîn, wê me pîroz ke,
Wê mala Îsraêlê pîroz ke,
Wê mala Harûn pîroz ke.
13
Biçûk û mezin,
Wê pîroz ke, yên ku ji Xudan ditirsin.
14
Xudan we,
We û zarokên we berdar bike!
15
Xudanê ku erd û ezman çêkirî,
We pîroz bike.
16
Ezman, ezmanên Xudan in,
Belê wî erd dane mirovan.
17
Mirî pesnê Xudan nadin,
Ne jî tu kesên ku diçin diyarê bêdengiyê.
18
Belê em, ji niha û heta her û her,
Emê Xudan pîroz bikin.
Pesnê Xudan bidin.