Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
Încîl (Mizgînî)
- Zebûr 111
- 1
- Pesnê Xudan bidin!
Ezê li civata rastan,
Di nav komê de,
Bi hemû dilê xwe ji Xudan re spas bikim. - 2
- Karên Xudan mezin in,
Yên ku bi wan şa dibin li wan digerin. - 3
- Karên wî berz û rewnaq in,
Rastdariya wî her û her dajo. - 4
- Xudan, karên xwe yên nedîtî da bibîranîn,
Ew dilovan û keremdar e. - 5
- Ew yên ku jê ditirsin têr dike,
Peymana xwe her û her bibîr tîne. - 6
- Ew mîrasa miletan dide gelê xwe,
Bi wan nîşan dide, hêza karên xwe. - 7
- Karên destê wî dilsoz û bi dad in,
Hemû şertên wî, berbawer in; - 8
- Ew bêleq û her û her in,
Bi dilsozî û rastiyê hatine çêkirin. - 9
- Wî rizgariya gelê xwe şand,
Peymana xwe ji bo her û her fermand.
Navê wî pîroz û tirsdar e. - 10
- Destpêka şehrezayiyê tirsa Xudan e,
Herkesê ku emrên wî tîne cih,
Fêmdariyek wî ya qenc heye.
Pezindan her û her ji bo wî ye!