Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Zebûra Dawid. 
1
Ey canê min, Xudan pîroz ke!
Pesnê navê wî yê pîroz bide, ey hemû hebûna min!
2
Ey canê min, Xudan pîroz ke!
Û jibîr neke, hemû qenciyên wî!
3
Yê ku hemû sûcên te dibexşîne,
Yê ku ji hemû nexweşînên te re şîfayê tîne,
4
Yê ku canê te ji gorê dertîne,
Yê ku taca kerem û dilovaniyê li te dike,
5
Ew e, yê ku hemû jiyana te, bi qenciyê têr dike,
Da ku xortaniya te, wek eyloyekî nû bibe.
6
Xudan ji hemû bindestan re,
Dilsoz û dadperwer e.
7
Wî riyên xwe bi Mûsa,
Karên xwe bi kurên Îsraêlê da zanîn.
8
Xudan dilovan û keremdar e,
Zû hêrs nabe, hezkirina wî zêde ye.
9
Ew hergav sûcdar nake,
Hêrsa wî her û her najo.
10
Ew li gor sûcên me bi me re nade û nastîne,
Li gor sûcdariya me heyfê ji me hilnayne.
11
Çimkî ezman ji erdê çiqas bilindtir be,
Heskirina wî ya ji yên ku ji wî ditirsin re ewqas mezin e.
12
Rojhilat ji rojava çiqas dûr be,
Wî gunehên me ewqas ji me dûr kir.
13
Bav, çawa ber zarokên xwe dikeve,
Xudan jî ewqas, ber yên ku jê ditirsin dikeve.
14
Çimkî ew bi afirandina me dizane,
Ew bibîr tîne ku em ax in.
15
Herçî mirov e, rojên wî wek giya ne,
Wek kulîlkên çolê geş dibe;
16
Ba di ser re derbas dibe, tune dibe,
Êdî ciyê wî, wî nas nake.
17
Belê kerema Xudan, her û her li ser wan e ku jê ditirsin,
Dilsoziya wî, li ser zarokên zarokên wan e,
18
Li ser wan e,
Ew yên ku peymana wî digirin û emrên wî bibîr tînin.
19
Xudan, textê xwe li ezmanan daniye,
Serweriya wî li ser hemû kesî ye.
20
Ey hûn milyaketên wî, Xudan pîroz kin!
Ey egîtên ku bi ya wî dikin,
Wî gohdar bikin!
21
Ey hûn, hemû hêzên ezmanî,
Evdên wî yên ku daxwaza wî tînin cih,
Xudan pîroz kin!
22
Ey hemû karên di bin serweriya wî de,
Xudan pîroz kin!
Ey canê min, Xudan pîroz bike!