Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
Încîl (Mizgînî)
- Zebûra Dawid.
- 1
- Ey canê min, Xudan pîroz ke!
Pesnê navê wî yê pîroz bide, ey hemû hebûna min! - 2
- Ey canê min, Xudan pîroz ke!
Û jibîr neke, hemû qenciyên wî! - 3
- Yê ku hemû sûcên te dibexşîne,
Yê ku ji hemû nexweşînên te re şîfayê tîne, - 4
- Yê ku canê te ji gorê dertîne,
Yê ku taca kerem û dilovaniyê li te dike, - 5
- Ew e, yê ku hemû jiyana te, bi qenciyê têr dike,
Da ku xortaniya te, wek eyloyekî nû bibe. - 6
- Xudan ji hemû bindestan re,
Dilsoz û dadperwer e. - 7
- Wî riyên xwe bi Mûsa,
Karên xwe bi kurên Îsraêlê da zanîn. - 8
- Xudan dilovan û keremdar e,
Zû hêrs nabe, hezkirina wî zêde ye. - 9
- Ew hergav sûcdar nake,
Hêrsa wî her û her najo. - 10
- Ew li gor sûcên me bi me re nade û nastîne,
Li gor sûcdariya me heyfê ji me hilnayne. - 11
- Çimkî ezman ji erdê çiqas bilindtir be,
Heskirina wî ya ji yên ku ji wî ditirsin re ewqas mezin e. - 12
- Rojhilat ji rojava çiqas dûr be,
Wî gunehên me ewqas ji me dûr kir. - 13
- Bav, çawa ber zarokên xwe dikeve,
Xudan jî ewqas, ber yên ku jê ditirsin dikeve. - 14
- Çimkî ew bi afirandina me dizane,
Ew bibîr tîne ku em ax in. - 15
- Herçî mirov e, rojên wî wek giya ne,
Wek kulîlkên çolê geş dibe; - 16
- Ba di ser re derbas dibe, tune dibe,
Êdî ciyê wî, wî nas nake. - 17
- Belê kerema Xudan, her û her li ser wan e ku jê ditirsin,
Dilsoziya wî, li ser zarokên zarokên wan e, - 18
- Li ser wan e,
Ew yên ku peymana wî digirin û emrên wî bibîr tînin. - 19
- Xudan, textê xwe li ezmanan daniye,
Serweriya wî li ser hemû kesî ye. - 20
- Ey hûn milyaketên wî, Xudan pîroz kin!
Ey egîtên ku bi ya wî dikin,
Wî gohdar bikin! - 21
- Ey hûn, hemû hêzên ezmanî,
Evdên wî yên ku daxwaza wî tînin cih,
Xudan pîroz kin! - 22
- Ey hemû karên di bin serweriya wî de,
Xudan pîroz kin!
Ey canê min, Xudan pîroz bike!