Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Zebûra Dawid. 
1
Ezê kerem û dadperweriya te bi lavijan bêjim,
Ezê bi îlahiyan pesnê te bidim, ya Xudan.
2
Ezê bi şehrezayî di riya tekûziyê de herim,
Tê kîngê werî ba min?
Di hundirê mala xwe de bi tekûziya dil bigerim.
3
Ezê tucar rê nedim ya xerab,
Nefret dikim ez ji karê durûyan,
Ew napeşke min.
4
Bila ji min dûr be durûtî,
Ez nas nakim xerabiyê.
5
Ezê tune bikim, yê ku fesadiya dostê xwe dike,
Ez ranagirim yê ku ji jor de dinêre, dilqure ye.
6
Çavê min li ser zilamên dilsoz ên welat e,
Ez dixwazim ew li ba min rûnên;
Yê ku li ser riya rast e, ewê ji min re bike xizmet.
7
Wê li mala min rûnenê zilamê hîlekar,
Li ber çavê min nemîne, yê derewkar.
8
Ezê her sibe, tune bikim xerabên welat,
Da ku ez ji bajarê Xudan, bavêjim hemû kesê fesad,