Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
Încîl (Mizgînî)
- Zebûra Dawid.
- 1
- Ezê kerem û dadperweriya te bi lavijan bêjim,
Ezê bi îlahiyan pesnê te bidim, ya Xudan. - 2
- Ezê bi şehrezayî di riya tekûziyê de herim,
Tê kîngê werî ba min?
Di hundirê mala xwe de bi tekûziya dil bigerim. - 3
- Ezê tucar rê nedim ya xerab,
Nefret dikim ez ji karê durûyan,
Ew napeşke min. - 4
- Bila ji min dûr be durûtî,
Ez nas nakim xerabiyê. - 5
- Ezê tune bikim, yê ku fesadiya dostê xwe dike,
Ez ranagirim yê ku ji jor de dinêre, dilqure ye. - 6
- Çavê min li ser zilamên dilsoz ên welat e,
Ez dixwazim ew li ba min rûnên;
Yê ku li ser riya rast e, ewê ji min re bike xizmet. - 7
- Wê li mala min rûnenê zilamê hîlekar,
Li ber çavê min nemîne, yê derewkar. - 8
- Ezê her sibe, tune bikim xerabên welat,
Da ku ez ji bajarê Xudan, bavêjim hemû kesê fesad,