Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Beyanên Petrûs li Orşelîmê 
1
Îcar Şandî û bawermendên li Cihûstanê bihîstin ku miletên din jî peyva Xwedê qebûl kirine.
2
Îcar gava ku Petrûs hilkişiya Orşelîmê, bawermendên sinetbûyî* rexne li wî girtin û
3
gotin: «Çima tu çûyî ba yên sinetnebûyî û te bi wan re xwarin xwar?»
4
Hingê Petrûs dest pê kir, yek bi yek ji wan re şîrove kir û got:
5
«Min li bajarê Yafayê dua dikir. Ez ji hişê xwe çûm û min dîtinî* dît. Tiştek wek çarşefeke mezin, bi çar kujên xwe daleqandî, ji ezmên dadiket. Ev tişt heta ba min hat.
6
Çaxê min zîq lê nêrî, min heywanên çarpê, heywanên wehşî, heywanên ku dişêlin û teyrên ezmên dîtin.
7
Û min dengek bihîst ku ji min re got: ‹Petrûs, rabe, şerjêke û bixwe.›
8
Lê min got: ‹Ev dûrî min be, ya Xudan, çimkî tu caran tiştekî murdar an heram neketiye devê min.›
9
Lê careke din ew deng ji ezmên hat û got: ‹Tiştên ku Xwedê helal kirine, tu heram nehesibîne.›
10
Ev tişt sê caran çêbû û piştre hemû tişt dîsa hilkişiyan ezmên.
11
Hema wê gavê, sê zilamên ku ji Qeyseriyê şandibûn pey min, li ber wê mala ku em lê diman sekinîn.
12
Ruh ji min re got: ‹Bi wan re here û cihêtiyê neke.› Ev her şeş bira jî bi min re hatin û em ketin mala wî zilamî.
13
Wî jî ji me re got, ku çawa dît, milyaket li mala wî rawesta û jê re got: ‹Bişîne Yafayê û Şimûnê ku jê re Petrûs dibêjin, bîne.
14
Wê ji te re peyvan bêje, tu û tevahiya mala te, hûnê bi wan xilas bibin.›
15
Çaxê min dest bi peyivînê kir, Ruhê Pîroz hat ser wan jî, wek ku di destpêkê de hatibû ser me.
16
Hingê ev peyva ku Xudan gotibû hat bîra min: ‹Yûhenna bi avê imad kir, lê hûnê bi Ruhê Pîroz imad bibin.›[a]
17
Gava me bawerî bi Xudan Îsa Mesîh anî, Xwedê diyariya Ruhê Pîroz da me. Îcar, eger Xwedê eynî diyariya ku dabû me, dabe wan jî, hingê ez kî bûm, ku ez li ber Xwedê rabim.»
18
Gava wan ev bihîst, dengê xwe birrîn. Pesnê Xwedê dan û gotin: «Nexwe Xwedê ji miletên din re jî rê vekir ku tobe bikin û jiyanê bistînin.»
Bawermendên Entakyayê 
19
Îcar yên ku ji ber wê zordestiya dema kuştina Steyfan belav bûbûn, heta Fînîkya, Qibris û Entakyayê çûbûn. Wan peyv ji Cihûyan pê ve ji kesî din re negotin.[b]
20
Lê hin ji wan ên ku ji Qibris û Kûrênê bûn, çaxê hatin Entakyayê ji Yewnaniyan* re jî dipeyivîn û Mizgîniya Xudan Îsa didan.
21
Destê Xudan bi wan re bû, gelekan bawerî anî û li Xudan zivirîn.
22
Xebera vê yekê gihîşt guhê civîna* bawermendan a li Orşelîmê û wan Barnabas şand Entakyayê.
23
Îcar gava ku ew hat, wî kerema Xwedê dît, şa bû û ew hemû şidandin ku ji dil bi Xudan ve girêdayî bimînin.
24
Çimkî ew zilamekî qenc bû, bi Ruhê Pîroz û baweriyê tije bû. Bi vî awayî elaleteke* mezin beşdarî Xudan bû.
25
Piştre Barnabas çû Tarsûsê, ku li Şawûl bigere
26
û gava wî ew dît, ew anî Entakyayê. Salek sax ew bi hev re tevî civîna bawermendan diciviyan û gelek mirov hîn dikirin. Û cara pêşî li Entakyayê ji şagirtan re gotin: «Xirîstiyan».[c]
27
Di wan rojan de hin pêxember ji Orşelîmê berjêrî Entakyayê bûn.
28
Yek ji wan ku navê wî Hagabos bû, rabû û bi rêberiya Ruh got ku wê li tevahiya dinyayê xelayeke giran çêbe. Û ev xela di dema Qeyser Klawdyos de çêbû.[d]
29
Şagirtan biryar da ku her yek ji wan li gor karîna xwe alîkariyê ji bawermendên li Cihûstanê re bişîne.
30
Wusa jî kirin, bi destê Barnabas û Şawûl ev alîkarî ji rihspiyan re şandin.
  1. a. 11:16 Karên Şandiyan 1:5
  2. b. 11:19 Karên Şandiyan 8:1-4
  3. c. 11:26 «Xirîstiyan» (bi zimanê Yewnanî), yanî «Mesîhî» (bi zimanê Îbranî); mana herduyan ev e: «Yên ku li pey Îsa Mesîh diçin».
  4. d. 11:28 Karên Şandiyan 21:10