Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
Încîl (Mizgînî)
- Kuştina Aqûb û Girtina Petrûs
- 1
- Wê demê Hêrodês* padîşah destê xwe dirêjî hin kesên ji civîna bawermendan kir, da ku cefayê bide wan.
- 2
- Wî Aqûbê* birayê Yûhenna bi şûr kuşt.
- 3
- Gava wî dît ku ev yek li Cihûyan xweş hat, ew zêde çû, wî Petrûs jî girt. Ev yek di dema Cejna* Nanê Şkeva de çêbû.
- 4
- Gava ku Petrûs girt, ew avêt zîndanê û ji bo ku nobedariya wî bikin, çar kom leşkerên ku her yek ji wan ji çar kesan pêk dihat, danîn ber wî. Niyeta wî ew bû ku piştî Cejna* Nanê Şkeva wî derxe ber gel.
- 5
- Îcar Petrûs di zîndanê de girtî bû, lê civîna bawermendan ji dil û can ji bo wî ji Xwedê dixwest.
- Petrûs ji Zîndanê Rizgar Dibe
- 6
- Şevekê beriya wê roja ku Hêrodês wî derxe meydanê, Petrûs bi du zincîran girêdayî, di navbera du leşkeran de radiza. Û nobedaran li ber derî nobedariya zîndanê dikirin.
- 7
- Ji nişkê ve milyaketekî Xudan li ba wî rawesta û ronahiyekê di hucreyê de şewq da. Milyaket hincikek li kêleka Petrûs da, ew hişyar kir û got: «Zû rabe!» Hingê zincîr ji destên Petrûs ketin.
- 8
- Milyaket ji wî re got: «Pişta xwe girêde û çaroxên xwe bixe piyên xwe.» Wî jî wusa kir. Piştre ji wî re got: «Ebayê xwe li xwe bike û li pey min were.»
- 9
- Petrûs jî derket derve û li pey wî çû; lê nizanibû tiştê ku bi destê milyaket dibe rast e; wî digot qey ew dîtiniyekê dibîne.
- 10
- Piştî ku ew ji nobedarên pêşî û yên diduyan derbas bûn, ew hatin ba dergehê hesin ê ku diçe nav bajêr. Ew bi xwe li ber wan vebû, ew derketin û di kuçeyekê re derbas bûn; ji nişkê ve milyaket ji wî veqetiya.
- 11
- Hingê Petrûs hat ser hişê xwe û got: «Niha bi rastî ez dizanim ku Xudan milyaketê xwe şand û ez ji destê Hêrodês û ji hemû ya ku Cihûyan guman dikir, rizgar kirim.»
- 12
- Piştî ku wî ev yek bi zelalî fêm kir, çû mala Meryema* diya Yûhennayê ku jê re digotin Marqos. Li wir gelek civiyabûn û dua dikirin.
- 13
- Çaxê wî li dergehê derve xist, keçikeke xizmetkar a bi navê Roda çû û guhê xwe da derî.
- 14
- Gava ku dengê Petrûs nas kir, wusa kêfa wê hat, bê ku derî veke, bezî hundir û got ku Petrûs li ber dergeh e.
- 15
- Wan ji wê re got: «Te hişê xwe winda kiriye!» Lê ew ji ya xwe nehat xwarê. Wan got: «Ew milyaketê wî ye.»
- 16
- Petrûs li ser hev li dergeh dixist. Gava wan dergeh vekir, wan ew dît û pirr şaş man.
- 17
- Wî destê xwe hilda, da ku bêdeng bimînin û ji wan re got ku Xudan çawa ew ji zîndanê derxistiye. Û got: «Vê yekê ji Aqûb* û ji birayan re bêjin.» Piştre derket û çû dereke din.
- 18
- Gava ku bû sibe, tevliheviya nav leşkeran ne hindik bû, ka gelo çi bi Petrûs hatiye.
- 19
- Çaxê Hêrodês li wî geriya û ew nedît, nobedar kişandin pirsyariyê û emir kir ku bên kuştin. Û Hêrodês ji Cihûstanê berjêrî Qeyseriyê bû û li wê derê ma.
- Mirina Hêrodês Padîşah
- 20
- Hêrodês li Sûr* û Saydayiyan gelek hêrs bûbû. Hingê ew hemû bi hev re hatin, piştî ku Bilastos şahneyê* padîşah kişandin aliyê xwe, lihevhatin xwestin. Çimkî welatê wan ji aliyê xwarinê ve bi welatê Hêrodês ve girêdayî bû.
- 21
- Îcar di roja ku hat kifşkirin de, Hêrodês cilên xwe yên padîşahiyê li xwe kirin, li ser kursiyê dîwanê* rûnişt û ji wan re peyivî.
- 22
- Hingê xelkê kir qîrîn û gotin: «Ev dengê xwedayekî ye, ne yê mirovan e!»
- 23
- Û di cih de, ji ber ku wî rûmet nedabû Xwedê, milyaketekî Xudan li wî xist, kurmî bû û mir.
- 24
- Lê peyva Xwedê fireh û zêde dibû.
- 25
- Barnabas û Şawûl, piştî ku xizmeta xwe anîn serî ji Orşelîmê vegeriyan û Yûhennayê ku jê re digotin Marqos* bi xwe re anîn.