Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Zebûra Dawid. 
1
Ya Xudan, bi hêrs li min nehêle!
Bi xezebê min neyne rê.
2
Li min were rehmê ya Xudan, çimkî ez çilmisî me ji can.
Şîfayê bide min ya Xudan, çimkî dilerizim ez ji hestiyan.
3
Pirr dilerize canê min
Ax, ya Xudan, heta kîngê?
4
Vegere, tu ey Xudan, azad bike li min can,
Xelas bike min bi kereman.
5
Kes te bibîr nayne ji nav miriyan,
Wê kî şikir bike ji te re ji diyarê miriyan?
6
Ji nalîna xwe ez westiyam,
Ji girî her şev şil e doşeka min,
Ji hêsrên çavan şil dibe nivîna min.
7
Ji kederê tarî bû fera çavê min,
Qels bûn çav ji rûyê dijminê min.
8
Ey hûn yên ku xerabiyê dikin,
Dûr kevin ji min,
Çimkî Xudan bihîst giriyê min.
9
Xudan bihîst lavakirina min,
Wî qebûl kir dua min.
10
Wê şerm bikin hemû dijminên min,
Û têr bilerizin hemû.
Wê vegerin û pê re şermezar bibin.