Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
Încîl (Mizgînî)
- Zebûra Dawid.
- 1
- Ya Xudan, bi hêrs li min nehêle!
Bi xezebê min neyne rê. - 2
- Li min were rehmê ya Xudan, çimkî ez çilmisî me ji can.
Şîfayê bide min ya Xudan, çimkî dilerizim ez ji hestiyan. - 3
- Pirr dilerize canê min
Ax, ya Xudan, heta kîngê? - 4
- Vegere, tu ey Xudan, azad bike li min can,
Xelas bike min bi kereman. - 5
- Kes te bibîr nayne ji nav miriyan,
Wê kî şikir bike ji te re ji diyarê miriyan? - 6
- Ji nalîna xwe ez westiyam,
Ji girî her şev şil e doşeka min,
Ji hêsrên çavan şil dibe nivîna min. - 7
- Ji kederê tarî bû fera çavê min,
Qels bûn çav ji rûyê dijminê min. - 8
- Ey hûn yên ku xerabiyê dikin,
Dûr kevin ji min,
Çimkî Xudan bihîst giriyê min. - 9
- Xudan bihîst lavakirina min,
Wî qebûl kir dua min. - 10
- Wê şerm bikin hemû dijminên min,
Û têr bilerizin hemû.
Wê vegerin û pê re şermezar bibin.