Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Lavija Hecê. 
1
Min ji kûrahiyan bangî te kir, ya Xudan!
2
Tu dengê min bibihîze, ya Reb!
Tu baş goh bide hawara min!
3
Ya Xudan, eger tu bigirî hesabê sûcan,
Ya Reb, kî dikare bimîne li ser lingan?
4
Belê tu bexişkar î,
Da ku ji te bê tirsîn.
5
Çavê min li riya Xudan e,
Canê min li benda wî ye,
Hêviya min peyva wî ye.
6
Yên ku li benda sibê ne,
Erê, ji yên ku li benda sibê ne bêtir,
Canê min li benda Reb e.
7
Ey Îsraêl, hêviya xwe bi Xudan ve girêde!
Çimkî li ba Xudan kerem,
Û bi wî rizgariya temam heye.
8
Yê ku wê Îsraêlê,
Ji hemû gunehên wê rizgar bike ew e.