Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
Încîl (Mizgînî)
- Zebûra Dawid.
- 1
- Xelas ke ya Xudan, dilsoz neman,
Diqedin mirovên ewle li nav mirovan. - 2
- Herkes ji cîranê xwe re derew dibêje,
Bi xweşekî, bi durûtî dibêje. - 3
- Wê Xudan, lêva hemû xweşekan,
Devê hemû zimandirêjan bibirre. - 4
- Ew ku "Em bi zimanê xwe serdest derdikevin,
Lêvên me yên me ne,
Kî efendiyên me ne?" dibêjin. - 5
- Ji ber bindestiya mexdûran,
Ji nalîna feqîran,
Xudan dibêje: "Niha ezê rabim,
Aştiya ku wan bêrî kiriye ava kim." - 6
- Gotinên pak in gotinên Xudan;
Dimînin wî zîvê ku bi agirê tenûrê,
Heft caran hatiye dadan. - 7
- Tu wan biparêze ya Xudan,
Dûr bigire ji vî nifşê xeraban! - 8
- Çaxê ku nizmîyê di nav mirovan de dît raxbet,
Xerab û xerabî li her derê derket.