Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Zebûra Dawid. 
1
Xelas ke ya Xudan, dilsoz neman,
Diqedin mirovên ewle li nav mirovan.
2
Herkes ji cîranê xwe re derew dibêje,
Bi xweşekî, bi durûtî dibêje.
3
Wê Xudan, lêva hemû xweşekan,
Devê hemû zimandirêjan bibirre.
4
Ew ku "Em bi zimanê xwe serdest derdikevin,
Lêvên me yên me ne,
Kî efendiyên me ne?" dibêjin.
5
Ji ber bindestiya mexdûran,
Ji nalîna feqîran,
Xudan dibêje: "Niha ezê rabim,
Aştiya ku wan bêrî kiriye ava kim."
6
Gotinên pak in gotinên Xudan;
Dimînin wî zîvê ku bi agirê tenûrê,
Heft caran hatiye dadan.
7
Tu wan biparêze ya Xudan,
Dûr bigire ji vî nifşê xeraban!
8
Çaxê ku nizmîyê di nav mirovan de dît raxbet,
Xerab û xerabî li her derê derket.