Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Piştî ku li bajarê Gatê Filîstiyan ew girtin. 
1
Li min were rehmê ey Xwedê,
Çimkî mirov dixwazin min dabelînin,
Her roj bi şer, êrîşan bi ser min de tînin.
2
Dijminên min, her roj min dipelçiqînin,
Gellek ji wan, li hember min şer dertînin.
3
Di roja tirsê de ez bi te ewle me.
4
Ji Xwedê re, ku ez pesindarê peyva wî me,
Ez bi wî ewle me, ez natirsim.
Mirov dikare çi bike bi min?
5
Her roj, ew gotinên min berevaji dikin,
Li ser min fikra wan hergav xerabî ye.
6
Li hev dicivin, kemîn datînin,
Dixwazin canê min bistînin.
7
Ma ewê, xelas bibin ji xerabiyê?
Ey Xwedê, bi xezeba xwe miletan bîne xwarê!
8
Te êş û jana min hesiband,
Hêstirên çavên min di meşka xwe de civand!
Ma te ew di kitêba xwe de nenivîsand?
9
Roja ez bang bikim,
Dijminên min, wê bi şûn ve vekişin.
Ez dizanim, Xwedê ji alî min e.
10
Xwedê, ku ez pesindarê peyva wî me,
Xudan, ku ez pesindarê gotina wî me,
11
Ez bi Xwedê ewle me, ez natirsim;
Ma mirov dikarin çi bikin bi min?
12
Ey Xwedê, ez sozên xwe ji te re tînim cih,
Niha ezê goriyên spasiyê bidim te.
13
Çimkî te canê min ji mirinê rizgar kir,
Lingê min ji terpilînê parast;
Va ye ez di ronahiya jînê de,
Li pêş Xwedê rêve diçim.