Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Piştî ku li bajarê Gatê Filîstiyan ew girtin.
 - 1
 - Li min were rehmê ey Xwedê,
Çimkî mirov dixwazin min dabelînin,
Her roj bi şer, êrîşan bi ser min de tînin. - 2
 - Dijminên min, her roj min dipelçiqînin,
Gellek ji wan, li hember min şer dertînin. - 3
 - Di roja tirsê de ez bi te ewle me.
 - 4
 - Ji Xwedê re, ku ez pesindarê peyva wî me,
Ez bi wî ewle me, ez natirsim.
Mirov dikare çi bike bi min? - 5
 - Her roj, ew gotinên min berevaji dikin,
Li ser min fikra wan hergav xerabî ye. - 6
 - Li hev dicivin, kemîn datînin,
Dixwazin canê min bistînin. - 7
 - Ma ewê, xelas bibin ji xerabiyê?
Ey Xwedê, bi xezeba xwe miletan bîne xwarê! - 8
 - Te êş û jana min hesiband,
Hêstirên çavên min di meşka xwe de civand!
Ma te ew di kitêba xwe de nenivîsand? - 9
 - Roja ez bang bikim,
Dijminên min, wê bi şûn ve vekişin.
Ez dizanim, Xwedê ji alî min e. - 10
 - Xwedê, ku ez pesindarê peyva wî me,
Xudan, ku ez pesindarê gotina wî me, - 11
 - Ez bi Xwedê ewle me, ez natirsim;
Ma mirov dikarin çi bikin bi min? - 12
 - Ey Xwedê, ez sozên xwe ji te re tînim cih,
Niha ezê goriyên spasiyê bidim te. - 13
 - Çimkî te canê min ji mirinê rizgar kir,
Lingê min ji terpilînê parast;
Va ye ez di ronahiya jînê de,
Li pêş Xwedê rêve diçim. 

