Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Piştî ku li bajarê Gatê Filîstiyan ew girtin.
- 1
- Li min were rehmê ey Xwedê,
 Çimkî mirov dixwazin min dabelînin,
 Her roj bi şer, êrîşan bi ser min de tînin.
- 2
- Dijminên min, her roj min dipelçiqînin,
 Gellek ji wan, li hember min şer dertînin.
- 3
- Di roja tirsê de ez bi te ewle me.
- 4
- Ji Xwedê re, ku ez pesindarê peyva wî me,
 Ez bi wî ewle me, ez natirsim.
 Mirov dikare çi bike bi min?
- 5
- Her roj, ew gotinên min berevaji dikin,
 Li ser min fikra wan hergav xerabî ye.
- 6
- Li hev dicivin, kemîn datînin,
 Dixwazin canê min bistînin.
- 7
- Ma ewê, xelas bibin ji xerabiyê?
 Ey Xwedê, bi xezeba xwe miletan bîne xwarê!
- 8
- Te êş û jana min hesiband,
 Hêstirên çavên min di meşka xwe de civand!
 Ma te ew di kitêba xwe de nenivîsand?
- 9
- Roja ez bang bikim,
 Dijminên min, wê bi şûn ve vekişin.
 Ez dizanim, Xwedê ji alî min e.
- 10
- Xwedê, ku ez pesindarê peyva wî me,
 Xudan, ku ez pesindarê gotina wî me,
- 11
- Ez bi Xwedê ewle me, ez natirsim;
 Ma mirov dikarin çi bikin bi min?
- 12
- Ey Xwedê, ez sozên xwe ji te re tînim cih,
 Niha ezê goriyên spasiyê bidim te.
- 13
- Çimkî te canê min ji mirinê rizgar kir,
 Lingê min ji terpilînê parast;
 Va ye ez di ronahiya jînê de,
 Li pêş Xwedê rêve diçim.

