Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Gava ji Sawil reviyabû şikevtê.
- 1
- Li min were rehmê ey Xwedê, li min were rehmê,
 Çimkî min xwe avêt te;
 Heta ku bela derbas bin,
 Ezê xwe bavêjim bin siya bazkê te.
- 2
- Ez bangî Xwedê, Yê Herî Berz dikim,
 Ew Xwedê ku, her tiştî ji bo min dike.
- 3
- Wê ji ezmanan bişîne û min azad ke,
 Yên ku dixwazin min daqurtînin şermî ke,
 Wê kerem û dilovaniya xwe bişîne.
- 4
- Canê min di nav şêran de ye,
 Di nav zilamên ku dişewitînin de ez radizêm,
 Diranên wan wek rim û wek tîr in,
 Zimanê wan şûrê tûj.
- 5
- Ey Xwedê, li ser ezmanan bilind be,
 Bila berziya te li ser tevahiya erdê be!
- 6
- Tor avêtin gavên min,
 Pelişî canê min;
 Li pêş min çal vedan,
 Ew bi xwe ketinê.
- 7
- Dilê min bêleq e, ey Xwedê, dilê min bêleq e,
 Ezê lavij û îlahiyan bêjim.
- 8
- Hişyar be ey canê min, hişyar be,
 Hişyar be ey ribab, ey çeng,
 Ezê, seherê hişyar kim!
- 9
- Di nav miletan de ez spasî bidim te, ey Xudan,
 Di nav netewan de ji te re lavijan bêjim.
- 10
- Çimkî kerema te heta ezmanan,
 Rastiya te mezin e bi qasî asîmanan.
- 11
- Ey Xwedê, bilind bibe li ser ezmanan,
 Bila berziya te li ser tevahiya erdê be.

