Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Zebûr 112 
1
Pesnê Xudan bidin!
Xwezî bi wan ku ji Xudan ditirsin,
Bi emrên wî gellek dilşa dibin!
2
Wê nîjada wan li rûyê erdê hêzdar be,
Wê nîjada rastan pîroz be.
3
Wê mala wî di firehî û dewlemendiyê de be,
Rastdariya wî her û her bimîne.
4
Ji bo rastan di tariyê de ronahî dertê:
Ew dilovan, keremdar û rastdar e.
5
Xwezî bi wî ku destfireh e û deyn dide,
Ew karên xwe bi dadperwerî dike!
6
Ew tu car naleqe,
Yê rastdar her û her tê bibîranîn.
7
Ew natirse ji xebera xerab,
Bi Xudan ewledar e, dilê wî bêleq e.
8
Ew mêrxas e, natirse,
Di dawiyê de, têkçûna dijminên xwe dibîne.
9
Wî belav kir, wî da hejaran;
Rastdariya wî her û her dimîne,
Qiloçê wî bilind dibe.
10
Yê xerab, vê dibîne, aciz dibe,
Diranên xwe diqirçîne, dihele, diqede.
Daxwaza xeraban tune dibe.