Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»
			  Încîl (Mizgînî)			
	         
                              	  
          - Zebûr 111
- 1
- Pesnê Xudan bidin!
 Ezê li civata rastan,
 Di nav komê de,
 Bi hemû dilê xwe ji Xudan re spas bikim.
- 2
- Karên Xudan mezin in,
 Yên ku bi wan şa dibin li wan digerin.
- 3
- Karên wî berz û rewnaq in,
 Rastdariya wî her û her dajo.
- 4
- Xudan, karên xwe yên nedîtî da bibîranîn,
 Ew dilovan û keremdar e.
- 5
- Ew yên ku jê ditirsin têr dike,
 Peymana xwe her û her bibîr tîne.
- 6
- Ew mîrasa miletan dide gelê xwe,
 Bi wan nîşan dide, hêza karên xwe.
- 7
- Karên destê wî dilsoz û bi dad in,
 Hemû şertên wî, berbawer in;
- 8
- Ew bêleq û her û her in,
 Bi dilsozî û rastiyê hatine çêkirin.
- 9
- Wî rizgariya gelê xwe şand,
 Peymana xwe ji bo her û her fermand.
 Navê wî pîroz û tirsdar e.
- 10
- Destpêka şehrezayiyê tirsa Xudan e,
 Herkesê ku emrên wî tîne cih,
 Fêmdariyek wî ya qenc heye.
 Pezindan her û her ji bo wî ye!

