Isa got,
«Erd û ezman wê bibihûrin, lê peyvên min tu caran nabihûrin.»

Isa bersîv da û got:
«... Ez ji bo vê yekê ji dayik bûme û ji bo vê yekê hatime dinyayê,
da ku ez ji rastiyê re şahidiyê bikim.
Her kesê ku ji aliyê rastiyê be, guhê xwe dide dengê min.»

Încîl (Mizgînî)
Zebûra Dawid. 
1
Xudan ji efendiyê min re got:
"Heta ku ez dijminên te, ji bin lingê te re bikim pêpelûk
Tu li milê min ê rastê rûnê."
2
Wê Xudan ji Siyonê gopalê hêza te bişîne,
Tu di nav dijminên xwe de serweriyê bajo!
3
Di roja te ya şer de,
Wê gelê te bi dilxwazî herin.
Wek xunava ku di seherê de dikeve,
Bi rewnaqiya pîroz pêçayî,
Wê xortên te li pey te werin.
4
Xudan sond xwar, ji sonda xwe nazivire:
"Li gor pergala Melkîsedek,
Tu her û her kahîn î!"
5
Reb li milê te yê rastê ye,
Di roja xwe ya xezebê de, wê li padîşahan xe.
6
Wê di nav miletan de dadbariyê bike,
Wê hawirdor bi laşan tije bibe,
Wê li seranserê erdê, serokan bipelçiqîne.
7
Wê ji newala li ser riya xwe avê vexwe;
Loma wê serê xwe rast bigire.